37 salên bêyî Mihemed Şêxo: Deng û awazên wî hêj jî li her çar aliyan olan dide

Parve bike:

AMED - Yek ji hunermendên gewre yê muzîka Kurdî Mihemed Şêxo 37 sal berê koça dawî kir. Berhemên wî niha li ser zimanê milyonan kesa ye û awazên wî hêj li her dera Kurdistanê olên didin. 

 
Hunermendê navdar ê Kurd Mihemed Şêx, 37 sal berê koça dawî kir. Berhemên wî, li Kurdistan û li gelek deverên cîhanê ji hêla milyonan ve hatin guhdarîkirin. Şêxo, di sala 1948’an de li gundê Xecokê yê li başûrê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. 6 xwişk û 6 birayên wî hebûn. Dema diçû dibistana seretayî, hînî entrumanên weke tembûr, bilûr, ûd, keman, akordean û gîtarê bû. Ji ber ku li Sûriyeyê stranên bi Kurdî qedexe bûn, Mihemed Şêxo di sala 1969’an de çû Beyrûdê û li vir 2 salan beşa muzîkê xwend. Piştre jî di Yekitiya Hunermendan a Lubnanê de li tembûrê xist û stran got. Di sala 1971’ê de tev li komên weke Koma Newroz, Koma Serkeftin û Koma Biharê ku li Lubnanê hatibûn avakirin, bû. Di sala 1972’yan de hate Rojava. Li bajarokê Rimêlanê pêşengtiya komên muzîkê kir lê ji ber ku nexwest tev li Partiya Baasê bibe, îstîfa kir. Di sala 1973’yan de bi rêyên qaçax derbasî başûrê Kurdistanê bû û ji wir jî çû Bexdayê. Di Radyoya Bexdayê de dest bi xebatê kir û di demekî kin de 10 stran tomar kir. Dema ji Bexdayê vegeriyayîbaşûrê Kurdistanê, Kerkûk TV’yê 2 stranên wî kişand. 
 
BINÇAVKIRIN Û GIRTIN   
 
Piştî ku vegeriyayî Rojava, îstîxbarata hikûmeta Şamê dev ji Mihemed Şêxo berneda û gelek caran hate girtin. Di vê pêvajoyê de gelek caran hate îşkencekirin lêbelê tu caran ji sekna xwe paşdegav neavêt. Di dema şoreşa sala 1974’an de xwest dîsa biçe başûrê Kurdistanê. Piştî têkçûna şoreşê, tevî pêşmergeyan derbasî rojhilatê Kurdistanê bû û di kampa li vir de bi zarokan re koma muzîkê ava kir. Di wê navberê de hêzên Îranê ji bo ku Şêxo têkiliya xwe ya bi hevalên xwe yên rewşenbîr re qut bike, sirgunê bajarên cuda yên Rojhilat kir. 
 
QASEDA EWIL: EY FELEK  
 
Kaseda ewil a Mihemed Şêxo “Ey Felek” di sala 1975’an de li Mahabadê hate tomarkirin. Li hêla din bi zaravayê Soranî jî gelek stran amade kir û hunermendê ewil ê ji Rojava ku bi zaravayê Soranî stran gotî jî Mihemed Şêxo ye. Di sala 1976’an de kaseda wî ya duyemîn derket. Piştre jî di salên 1980, 1981 û 1982'yan kased derxist. Di tevahiya emrê xwe de bi giştî 14 kase derxist. Bi vê yekê re dengê hunermend Mihemed Şêxo, tevî hewldanên astengkirinê jî sînorên her çar parçeyên Kurdistanê derbas kir. Mihemed Şêxo, di 9’ê Adara 1989’an de ji ber nexweşiya dil li mala xwe ya li Taxa Xerbî ya Qamişloyê koça dawî kir.     
 
Nûçeyên Têkildar
Agirê Jiyan dê strana xwe ya nû ‘Newroz’ê cara yekem li Amedê bistrê
Agirê Jiyan dê strana xwe ya nû ‘Newroz’ê cara yekem li Amedê bistrê

Endamên koma Agirê Jiyan ên ku xwe bi ruhê salên 92’yan ji bo Newroza Amedê bistrên amade dikin, destnîşan kirin ku divê zimanê aştî û diyalogê derkevin pêş û gotin: “Dengê aştiyê bilind dibe.”

Li dijî bişaftinê bi rapa Kurdî zimanê xwe diparêze
Li dijî bişaftinê bi rapa Kurdî zimanê xwe diparêze

Hunermendê rapê yê Kurd Barody bi rêya muzîka rapê hewl dide çanda Kurdî û zimanê Kurdî zindî bihêle. Barody ku ciwanan li dijî asîmîlasyonê hişyar kir, muzîka rapê wekî amûrek ji bo rexneya civakî û xurtkirina nirxên çandî bi kar tîne.

Tecrûbeyên rojnamegerên Kurd kir pirtûk
Tecrûbeyên rojnamegerên Kurd kir pirtûk

Rojnamegera îranî Zahra Kamalî teza xwe ya doktorayê li ser tecrûbeyên rojnamegerên Kurd ên li Kurdistan û dîasporayê dijîn amade kir û bi navê “Xebateke Etnografîk a Têkildarî Jiyana Rojane ya Rojnamegerên Kurd û Tecrubeyên Wan ên Pîşeyî” nivîsand.

Dê Kirmanckî nemîne: Ev pêvajo ji bo zimanê me meseleya man û nemanê ye
Dê Kirmanckî nemîne: Ev pêvajo ji bo zimanê me meseleya man û nemanê ye

Hevserokê Komeleya Nivîskarên Kurd Hacî Ozkal, îşaret bi girîngiya axaftina zimanekî ji bo zindîmana wî kir û diyar kir ku Kirmanckî di nav 20 salan de bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ye û got: "Ev pêvajo ji bo zimanê me meseleya man û nemanê ye."

Li Amedê ji bo helbestvan Ehmed Huseynî dê şîn bê danîn
Li Amedê ji bo helbestvan Ehmed Huseynî dê şîn bê danîn

Komeleya Wêjekarên Kurd daxuyand ku dê li Amedê ji bo helbestvaê Kurd Ehmed Huseynî şînê deyne.