NAVENDA NÛÇEYAN - Bîlançoya erdheja li rojavayê Kolombiyayê giran dibe. Hat ragihandin ku ji ber erdheja bi 7.4 pileyî 132 kes mirine û 570 kes jî birîndar bûn.
Bîlançoya erdheja li rojavayê Kolombiyayê giran dibe ku roja duşemê çêbû. Li gorî daxuyaniya dawî ya hikumeta Kolombiyayê ji ber erdheja bi 7.4 pileyî ya li rojavayê Kolombiyayê 132 kes mirine û zêdeyî 570 kes jî birîndar bûn. Serwîsa Jeolojiyê ya Kolombiyayê ragihand ku erdhej bi dema herêmî saet di 09:34'an de li nêzî San Jose del Palmarê ya li herêma Chocoyê bi 96 kîlometreyan li binê erdê qewimî.
XISAREKE GIRAN LI 32 BAJARAN BÛ
Li gorî rapora destpêkê ya hikumetê, li seranserê welêt erdhejê bandoreke giran li 32 bajaran kir. Hat ragihandin ku li Pereirayê 60, li Caliyê 15, li Quibdóyê 8 û li Manizalesê jî 4 kes mirin. Bi giştî 86 avahî hilweşiyan. Li bajarên Pereira û Caliyê li hemberî bûyerên talankirinê qedexeya derketina derve hate ragihandin û li hin herêman leşker hatin bicihkirin.
Serokdewletê rastgi,r Abelardo de la Espriella ku piştgiriyê ji Serokê DYE'yê Donald Trump werdigire, piştî erdhejê li seranserê welêt rewşa afetê ragihand.
JI DYE'YÊ ALÎKARIYA BI 15,5 MILYON DOLARÎ
Piştî erdhejê alîkariya navneteweyî kete rojevê. Rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê diyar kir ku ji bo stargeh, xurek û tedbîrên ewlekariyê wê alîkariyek ji 15,5 milyon dolarî bike.