UNICEF: Di êrişên Îsraîlê de 33 zarokan jiyana xwe ji dest dan

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - UNICEF’ê ragihand ku di encama êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê de, di rojekê de herî kêm 33 zarokan jiyana xwe ji dest dane û 153 zarok jî birîndar bûne. 
 
Fona Alîkariya bi Zarokan re ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), da zanîn ku di encama êrişên Îsraîlê yên di roja çarşemê de li dijî herêmên cuda yên Lubnanê de herî kêm 33 zarokan jiyana xwe ji dest dane û 153 zarok jî birîndar bûne. UNICEF’ê, da zanîn ku êrişên tên kirin li ser zarokan encamên hilweşîner û dermirovî çêkiriye. 
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji 2’yê Adarê heta niha di encama êrişên li dijî Lubnanê de zêdetirî 600 zarokan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Her wiha hate gotin ku zêdetirî milyonek mirov û nêzî 390 hezar zarok jî koçber bûne. 
 
UNICEF’ê îşaret bi hiqûqa mirovparêz a navneteweyî kir û anî ziman ku divê sivîl bi taybet jî zarok di her şert û mercan de bên parastin. 
 
Li gorî çavkaniyên tenduristiyê, di êrişên roja çarşemê de herî kêm 303 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di encama êrişên Îsraîlê yên ji 2’yê Adarê heta niha li dijî Lubnanê de herî kêm hezar û 888 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 6 hezar welatî jî birîndar bûn.