Di êrişa li Pakistanê de hejmara miriyan zêde dibe

  • cîhan
  • 21:02 31 Çile 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrîşa xwekujiyê de li mizgefteke bajarê Peşaverê yê Pakistanê, hejmara miriyan derket 100’î. 
 
Di êrîşa xwekujiyê de ya li mizgefteke bajarê Peşaverê Pakistanê, hejmara miriyan derket 100’î. Di teqînê de ku roja duşemê pêk hatibû, piraniya kesên miribûn polîs bûn. Midûrê polîsên Peşaverê Kashîf Atfab Abbasî got ku di teqîna El Cezîreyê de zêdeyî 225 kes birîndar bûne.
 
Mizgeft di nava komplekseka ewlehiya hikûmetê de cih digire. Di encama teqînê de, banê mizgeftê hilweşiya û tîmên rizgarker ji bo derxistina cenazeyan, neçar man ku bermayên xerebeyan rakin.
 
Raya giştî pirs dike ku êrîşkarê êlekê xwekujiyê li xwe kiriye, çawa ketiye herêmeke di bin ewlehiya polîsan de.
 
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf roja duşemê serdana nexweşxaneyeke Peşaverê kiribû û soz dabû ku wê “pêngavên tund” li dijî kesên li pişt vê êrîşê bên avêtin.