Li Efxanistanê teqîn: Herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan

  • cîhan
  • 14:41 30 Mijdar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Li navçeya Aybak a li bakurê Efxanistanê teqîneke mezin pêk hat û di encamê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 27 kes jî birîndar bûn. 
 
Di encama teqîna li bakurê Efxanistanê de herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 27 kes jî birîndar bûn. Hat zanîn ku teqîn di dema nimêja êvarê de li medreseyeke li bajaroka Aybakê çêbûye. 
 
Hat ragihandin ku rayeadrên Talîban nehiştin ku rojnameger ji nêz ve cihê teqînê bikişînin.