Prof. Norman Paech: Tirkiye Peymana NY’ê binpê dike

  • cîhan
  • 10:43 24 Mijdar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Pisporê hiqûqa navnetewî Prof. Norman Paech diyar kir ku dewleta tirk bi êrişên li dijî Rojava re Peymana NY’yê binpê dike û wiha got: “Divê civaka navnetewî bilez bikeve nava liv û tevgerê.”
 
Yek ji pisporê hiqûq û siyaseta navnetewî yê Ewropayê yê pêşeng Prof. Norman Paech, êrişên dewleta tirk ên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji 19’ê mijdarê ve nirxandin. Paech ê ji Ajansa Nûçeyan a Firatê re axivî, diyar kir ku Tirkiyeya ku  endama Peymana Atlantîk a Bakur  e (NATO) di salên dawî de mafên mirovan û pîvanên hiqûqa navneteweyî binpê dike û got, "Mixabin ev êrîşên bêrehm ên li ser gelê kurd ji rêzê têne dîtin.”  Prof. Paech bal kişand ser xalên Peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) ku Tirkiye jî mohr kiriye û got, "Bi êrîşên dawî yên li ser Rojava re dewleta Tirk bendên 4 û 7 ên xala 2'an a Peymana Neteweyên Yekbûyî binpê kiriye."
 
BANGA MUDAXELEYA BILEZ LI NY Û NATO’YÊ KIR
 
Zanyarê Elman Prof. Norman Paech destnîşan kir ku bi van bendên peymanê re hatiye misogerkirin ku divê welatên endamên Neteweyên Yekbûyî hurmetê nîşanî yekparebûn û serweriya xaka welatekî din bidin û wiha berdewam kir: “Eger yek van bendan binpê bike û êrîşî welatekî din bike, rewş divê li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bê darizandin. Ji ber vê yekê civaka navneteweyî bi taybetî jî Neteweyên Yekbûyî û NATO'yê ji bo bidawîkirina êrîşên Tirkiyeyê divê bi lez bikevin nava liv û tevgerê û dest li vê rewşê werdin."
 
Prof. Paech bi bîr xist ku kurdan û gelên din ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîstemeke demokratîk a ji mafên wekhev ava kirine û ev yek divê ji aliyê hêzên navneteweyî ve bêne parastin û wiha pê de çû: “Kurdan bi têkbirina çeteyên DAÎŞ'ê re mirovahî hemû rizgar kirin. Lê mixabin niha di êrîşan de hem ji aliyê DYE'yê ve hem jî ji aliyê Rûsyayê ve bi tenê têne hiştin. Li pêş çavên tevahiya cîhanê bi rengekî şênber êrîş li wan tê kirin. Ev yek di heman demê de durûtiya NATO'yê û dewletên rojavayî jî radixe pêş çavan.”
 
GOTINÊN WEZÎRÊ KARÊN HUNDIR NAYÊN QEBÛLKIRIN
 
Prof. Norman Paech destnîşan kir ku bi taybetî Elmanya eger bixwaze wê karibe van êrîşên rejîma Erdogan bisekinîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di nava welatên rojavayî de ya ku têkiliyên xwe bi Erdogan re gelekî baş e û herî zêde hevkariyê pê re dike Elmanya ye. Eger Elmanya bixwaze bi pêkanînên leşkerî û aborî dikare bike ku dawî li van êrîşên binpêkirina hiqûqa navneteweyî bê anîn."
 
Prof. Paech diyar kir ku Elmanya li şûna ku bi rola xwe rabe ji rejîma Erdogan re dibe hevpar û sûcên rejîmê ji nedîtî ve tê û got: “Gotina ku weke şexs bandoreke nebaş li min kir gotina 'Divê êrîş heta astekê be' ya Wezîra Karên Hundir Nancy Faeser bû. Ev gotin ne ya qebûlkirinê ye. Elmanya divê bi rengekî şênber bibêje 'Ev êrîş bi tu awayî li gorî hiqûqa navneteweyî û endametiya NATO'yê nîne' û helwestê nîşan bide. Divê NATO jî vê mijarê bixe rojeva xwe û li ber rejîma Erdogan rabe."