Ji bo çalakiyên ku dê 3 rojan li Îranê bidomin bang hat kirin

  • cîhan
  • 14:34 14 Mijdar 2022
  • |
img
ENQERE - Qetilkirina hezar û 500 kesan a di çalakiyên sala 2019’an ên li Îranê de dê 3 rojan were protestokirin. 
 
Bi qetilkirina jina ciwan a kurd Jîna Amînî re li seranserî bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê di 16’ê îlonê de çalakiyên protestoyî dest pê kiribûn û ev çalakî hêj didomin. Her wiha ji bo protestokirina qetilkirina hezar û 500 kesan di çalakiyên sala 2019’an de li Îranê, dê 3 rojan çalakî bên lidarxistin. Çalakî di 15’ê mijdarê de dest pê dikin û dê sê rojan bidomin. Ji bo çalakiyan, waneyên xwendekaran ên li zanîngehan hatin betalkirin. Di daxuyaniya ji hêla Ciwanên Tebrîzê ve hatiye weşandin de ev bang hat kirin: “Banga me ji bo xwendekarên dibistana amadehî, zanîngehan û gelê me yê li bazaran, li sûkan û li taxan tevekan ew e ku dakevin qadan.” 
 
Komeke ji 70 kesan a ji hîndekar û profesorên Zanîngeha Teknolojiyê ya Babol Noshîrvanî ya li bakurê Îranê jî danezanek parve kir û xwestin ku xwendekarên binçavkirî bên berdan. Di danezanê de her wiha ji rayedarên rejîmê hat xwestin ku xwendekaran dîsa bigirin dibistanan û ji hêla ewlehiyê ve bên parastin.