Partiya Çepgir a Swêdê ji bo balê bikişînin ser êrîşên kîmyewî kampanyayek da destpêkirin

  • cîhan
  • 13:34 12 Mijdar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çepgir a Swêdê ji bo balê bikişîne ser êrîşên kîmyewî yên dewleta tirk bi navê ‘Tu jî dengê xwe bilind bike’ kampanyayek da destpêkirin.
 
Partiya Çepgir a Swêdê ji bo balê bikişîne ser êrişên dewleta tirk ên çekên kîmyewî yên li dijî HPG'iyan li Herêma Kurdistana Federe, kampanyayek da destpêkirin.
 
Berdevka Partiya Çepgir a Upsalayê Ylva Larsdotter têkildarî kampanyayê de dîmenek weşand û wiha got, "Em dixwazin bi vê vîdeoyê bala we bikşînin. Rapor hene ku dibêjin Tirkiyeyê bi madeyên kîmyewî li dijî kurdan sûcê şer kiriye. Tu jî vîdeoyekê bikişîne û li ser medyaya dîjîtal dengê xwe bide bihîstin."
 
Alîkarê Yekemîn ê Şaredarê Bajarê Mezin Tobîas Smedberg jî got, "Dewleta Tirk 39 sal in operasyonên dagirkeriyê yên leşkerî dimeşîne û niha jî raporên bikaranîna kîmyewî tên ber destê me. Ev rewşeke gelekî giran e û divê bala cîhanê bikişîne."
 
Parlamenter Îlona Szatsmari Waldau jî wiha axivî: “Divê li ser raporan were sekinandin. Bikaranîna çekên kîmyayî sûcekî şer, sûcekî li dijî mirovayetiyê ye û sûcekî hiqaûqa navneteweyî ye."
 
Endama Desteya Rêveber a Partiyê, Yekbûn Alp jî ev peyam da: "Partiya Çepgir hiqûqa navneteweyî û mafên gelê kurd diparêze. Sûc tenê bi bêdengiyê tên kirin û tên jibîrkirin. Lewma hûn jî dengê xwe bilind bikin."