Bi deh hezaran kes dê li Dusseldorfê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bimeşin

  • cîhan
  • 10:44 11 Mijdar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve, dê bi tevlibûna deh hezaran kesan li Dusseldorfê meşeke protestoyî bê lidarxistin. 
 
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd – Ewropa (KCDK-E) dê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn, di 12’ê mijdarê de li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê meşeke protestoyî li dar bixe. Tê armancakirin ku zêdetirî 10 hezar kes tev li meşê bibe. Her wiha ji welatên Swîsre, Fransa, Belçîka, Hollanda, Swêd, Danîmarka, Norvêç, Fînlandiya û Ingilistanê jî dê bi hezaran kes beşdarî meşê bibin.