Raportorên NY‘yê xwestin demildest Fincanci bê berdan

  • cîhan
  • 21:38 8 Mijdar 2022
  • |
img
 
 
CENEVRE - Raportorên Mafên Mirovan ên NY’yê gotin ku dewleta tirk, qanûnên xwe ji bo çewisandina civakê bi kar tîne û xwestin Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanciyê bê berdan.
 
Raportorên Mafên Mirovan ên Neteweyên Yekbûyî (NY), li ser êrîşên bi çekên kîmyewî û girtina Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanciyê daxuyanî dan. Raportorên NY’yê anîn ziman ku Şebnem Korûr Fîncanci bi hincetên nediyar hatiye girtin û ev tişt diyar kirin: “Wisa xuya ye ku girtina Dr. Fîncanciyê, ji bo bêîtibarîkirina mafparêz û rêxistinên mafên mirovan perçeyekê bikaranîna bi zanebûn a qanûnên li dijî terorê ye."
 
Raportoran diyar kir ku Fîncanci jî di nav de tacîzkirina aktorên civaka sivîl ên li Tirkiyeyê bi hincetên ne hincet tên girtin û binçavkirin û gotin ku wan bikaranîna mewzuata têkoşîna li dijî terorê û hukmên din ên cezayî û gelek bûyerên din bi belge kirine.
 
Raportoran da xuyakirin ku bi êrîşên wiha yên bi armanca tengkirina bergeha sivîl tên kirin, pêşk li serweriya hiqûqê tê xistin û dirêjê azadî û nirxên demokratîk tê kirin û ev tişt anîn ziman: “Divê mirov bihêle ku parêzkarên mafên mirovan û pratîsyenên tibê bikaribin rastiyê ji desthilatdariyê re bibêjin. Rolên wan ên eşkerekirina binpêkirina mafên mirovan, hîmên sereke yên civakên demokratîk in û bikaranîna mafê azadiya derbirîn û birêxistinbûnê di çarçoveya hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî de parastî ne."
 
Raportoran, bang li meqamên tirk kirin ku demildest û bê şert û merc Fîncanci û aktorên civaka sivîl ên din ku bi armanca siyasî hatine girtin, bên berdan
 
LÎSTA YÊN DAXUYANÎ ÎMZE KIRINE
 
Pisporên Mafên Mirovan ên NY’yê yên ku daxuyanî îmze kirine ev in:
 
“Raportora Taybet a îşkence û pêkanînên din ên zalimane yên dijmirovî ya ceza Alîce Jîll Edwards, têkildarê rewşa parêzkarên Mafên Mirovan Raportora Taybet Mary Lawlor, Fionnuala Ní Aoláin a Raportora Taybet Parastin û Bipêşdebirina Mafên Mirovan di Têkoşîna li dijî Terorê de, Tlaleng Mofokeng a Raportora Taybet a pispora wergirtina siûdê ji tenduristiya fizîkî û zihnî bi standardên herî baş ku her kes bikare xwe bigihîne, Morrîs Tîdball-Bînz ê Raportorê Taybet ê mijara înfazkirina bêyî darizandin û kêfî.“   
 
MA / Ruştu Demîrkaya