Li Belucistanê 15 girtî hatin bidarvekirin

  • cîhan
  • 11:57 7 Mijdar 2022
  • |
img
ENQERE - Li Girtîgeha Navendî ya Zahedan a Belucistanê 15 girtî hatin darvekirin. Hat zanîn ku rayedarên girtîgehê agahî nedane malbatan û wan darve kirine. 
 
Li gorî agahiya ku Înîsiyatîfa Aktîvîstên Baloç da; serê sibeha yekşemê 15 girtiyên belûcî yên li Girtîgeha Navendî ya Zahedan hatine darvekirin. Hat zanîn ku rayedarên girtîgehê derbarê darvekirinê de agahî nedane malbatên girtiyan. Li gorî rapora ku Înîsiyatîfê weşandiye piştî darvekirinê agahî dane malbatên wan û ji wan xwestine biçin cenazeyên xwe werbigirin. 
 
LI BER GIRTÎGEHÊ ÇALAKΠ
 
Nasnameya du girtiyên hatine darvekirin hatiye hînbûn lê nehat zanîn ku 13 girtî kî ne. Ji ber ku malbat nehatine agahdarkirin li ber girtîgehê kom bûn û xwestin girtîgeh agahî bide wan. Lê rayedarên girtîgehê agahî nedan û kombûna malbatan a li ber girtîgehê veguherî xwepêşandanê. 
 
Çalakiya malbatan a li ber girtîgehê berdewam dike.