Piştî NATO’yê vê carê jî Swêd serdana Tirkiyeyê dike

  • cîhan
  • 11:37 7 Mijdar 2022
  • |
img
ENQERE - Piştî ku Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jenas Stoltenberg serdana Tirkiyeyê kir vê carê jî Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson tê Tirkiyeyê. 
 
Sekreterê Giştî yê Peymana Bakurê Atlantîkê (NATO) Jeans Stoltenberg di 3-5’ê mijdarê de serdana Tirkiyeyê kiribû. Piştî serdana Soltenberg vê carê Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson tê Tirkiyeyê. Stoltenberg di serdana Tirkiyeyê de li gel Tayyip Erdogan ê Serokkomarê AKP’yî, Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû û Wezîrê Parastinê Hulusî Akar hevdîtin kiribû. Stoltenberg ji ber rola krîza di texlûdan de spasiya Tirkiyeyê kiribû û derbarê rewşa dawî ya endamtiya Swêd û Fînlandiya ya bo NATO’yê hevdîtin kiribû. 
 
Piştî serdana Stoltenberg, Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson, li ser vexwendina Erdogan di 7-8’ê mijdarê de tê Tirkiyeyê.