Ji 300 rewşenbîran bo rejîma Îranê bang: Dawî li zextên xwe bîne

  • cîhan
  • 14:41 6 Mijdar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - 300 nivîskar, rewşenbîr û aktîvîstên sivîl ên ji rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi daxuyaniyeke hevpar bang li rejîma Îranê kirin û jê xwestin ku dawî li girtina rojnamegeran û zextên xwe bîne. 
 
Li Îranê ku ji bo rojnamegeran weke welatekî talûke tê nîşandan, çalakiyên gel ên piştî qetilkirina Jîna Emînî hatin destpêkirin bênavber didomin. Ji bo piştevaniya bi rojnamegerên jin ên hatine girtin peyama piştevaniyê hat parvekirin. Li gorî nûçeya Nûjinha’yê; 300 nivîskar, rewşenbîr û aktîvîstên sivîl ên ji rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi daxuyaniyeke hevpar gotin; “Rêbaza siyaseta mista hesin tenê rêyeke têkbirina hewa ye” û ji rejîmê xwestin ku di zûtirin demê de rojnamegerên girtîb erde. 
 
Her wiha di daxuyaniyê de hat destîşankirin ku girtin û binçavkirinên neheq û keyfî yên li dijî çalakiyên aştiyane, gefeke mezin e û ev tişt hatin gotin: “Girtinên bi vî rengî, hişê civakê disekinînin û rê li ber bertekan vedike. Tevî ku hemû rejîmên paşverû bi vê rastiyê dizanin jî, ji bo tepisandina civakê ji ewil rojnameger, nivîskar û derdorên civakê zana dikin hedef digirin. Tepisandina civaka sivîl, qetil kirin û hwd. tenê bi kêrî mezinkirina hêrsa gel tên. Weke kesên ev name îmze kirin em bang dikin ku bila di zûtirin demê de hemû girtî werin berdan. Her wiha em dixwazin ku tawanbariyên deraqilî yên li rojnameger û rewşenbîran tên kirin jî bên xistin. Li dijî hewldana krîmînalîzekirina pîşeya rojnamegeriyê ji hêla rejîmê ve, banga me ji bo gel ew e ku bihestiyarî tevbigerin.”