FIDH û OMCT'ê girtina 16 rojnamevanan şermezar kirin

  • cîhan
  • 21:45 23 Hezîran 2022
  • |
img
ENQERE - Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî (FIDH) û Rêxistina Têkoşîna li Dijî Îşkenceyê ya Cîhanê (OMCT) destnîşan kirin ku rojnamevan bi awayekî kêfî hatine girtin û xwestin rojnamevan demildest "bê şert û merc” bên berdan.
 
FIDH (Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî) ku rêxistineke sivîl a mafên mirovan a navneteweyî ye û 192 rêxistinên ji 117 welatan li hev dicivîne û Rêxistina Têkoşîna li Dijî Îşkenceyê ya Cîhanê (OMCT) ku li 90 welatan zêdetirî 200 endamên wê hene, girtina 16 rojnamevanan bi daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar şermezar kirin.
 
FIDH'ê duh bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser binçavkirina 20 jê rojnamevan 22 kesên di 8'ê Hezîranê de hatibûn binçavkirin ku 16 ji wan di 16'ê Hezîranê de bi awayekî kêfî hatibûn girtin. FIDH'ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ya hatiye kirin binpêkirina azadiya fikr û ramanê û çapemeniyê ye û girtina rojnamevanan şermezar kir. Di daxuyaniyê de her wiha hat xwestin ku rojnamevanên girtî demildest bê şert û merc bên berdan û her wiha dawî li hemû kiryarên çewisandina rojnamevanên li welêt bê anîn.
 
'QANÛNA DEZENFORMASYONÊ'
 
Di daxuyaniyê de behsa pêvajoya ku rojnamevanên girtî tê re derbas dibin jî hat kirin û li ser qanûna “Dezenformasyonê” ya ku di şeva girtina rojnamevanan de di asta meclîsê de hat nîqaşkirin jî hat sekinandin û wiha hat gotin: “Dema ku mirov binçavkirinên kêfî û tacîzên edlî digire berçavan, dibîne ku ev pêşnûme metirsiyek cidî ye li ser azadiya îfadeyê û bi taybetî azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê rojnamevanên li welêt bi tundî li dijî wê derdikevin.”
 
JI MAFÊ AZADIYA ÎFADEYÊ RE RÊZ BIGIRIN
 
Di berdewamiya daxuyaniya hevpar de wiha hat gotin: “Em FIDH û OMCT, em dixwazin bibîr bînin ku li Tirkiyeyê her cure çewisandina darazê, di nav de binçavkirinên kêfî, girtin û mehkûmkirina kurdan, parêzvanên mafên mirovan û rojnamevanan ya di çarçoveya qanûna li dijî terorê de ku pêwîste bê rexnekirin gelekî berbelav bûye. Em FIDH û OMCT, em binçavkirina kêfî ya 16 rojnamevanên navborî û cezakirina wan a ji ber ku azadiya çapemeniyê jî di nav de, bi awayekî rewa azadiya xweîfadekirinê bi kar anîne, her wiha tacîza darazê ya li dijî rojnamevanên din ên li Tirkiyeyê bi tundî şermezar dikin. Rêxistinên me bang li rayedarên Tirkiyeyê dikin ku hemû rojnamevanên li welat bi awayekî kêfî hatine girtin, tavilê bê şert û merc serbest berdin. FIDH û OMCT her wiha ji rayedaran daxwaz dikin ku hemû rojnamevanên li Tirkiyeyê karibin erkên xwe yên rewa bêyî tirsa tolhildanê û tacîza darazê jî di nav de dûrî hemû sînordarkirinan bikaribin bi cih bînin. Di dawiyê de rêxistinên me fikara xwe ya li hember pêşnûmeya dezenformasyona xeternak tînin ziman û daxwaz ji rayedarên Tirkiyeyê dikin ku bes qanûnan derxînin û di bin her şert û mercî de azadiya çapemeniyê jî di nav de rêz li mafê azadiya îfadeyê bê girtin û parastin.”