Raportorê YE’yê Amor: Tirkiye di pozîsyona dagirkeriyê de ye

  • cîhan
  • 13:13 7 Hezîran 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Raportorê Tirkiyeyê yê YE’yê Nacho Sánchez di civîna Lijneya Giştî ya SAP’ê de bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê dan û got ku pozîsyona Tirkiyeyê, pozîsyona dagirkeriyê ye. 
 
Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê di civîna Lijneya Giştî ya Parlamentoya Ewropayê (PE) a li Strasbourgê de hatin nirxandin. Raportorê Pêşveçûnê yê Yekitiya Ewropa-Tirkiyeyê Nacho Sánchez Amor di rûniştina rapora pêşveçûnê ya Tirkiyeyê de axivî û wiha got: “Rola jeopolîtîk a Tirkiyeyê çi dibe bila bibe, têkildarî binpêkirinên mafên azadiyê yên bingehîn de YE dê bêdeng namîne.” 
 
Bi domdarî Amor anî ziman ku asta demokrasiyê ya Tirkiyeyê her ku diçe dikeve. Amor, da zanîn ku Tirkiye bi polîtîkaya xwe ya şer re li Herêma Federal a Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pozîsyoneke dagirkeriyê de ye û axaftina xwe wiha qedand: “Heke şer, nîşaneya parçebûna di navbera welatan de be, heke ne ji bo çekan lê were wateya têkiliyên navneteweyî yên li ser bingeha hiqûqê, wê demê pir aşkera ye ku Tirkiye bi operasyonên xwe yên li Daglik Karabag, Iraq û Sûriyeyê ve nîşan da ku bi me re nîne. Heke şer, nîşaneya jihevparçebûna di navbera şirîkatiyên leşkerî û hevrikan de be, wê demê xuyaye ku Tirkiye bi redkirina endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATO’yê re diyariyek da ye Kremlînê. Weke ku ez her carê dibêjim; Tirkiye ne Erdogan e û Erdogan jî ne Tirkiye ye.”