Li Brukselê li dijî êrişan çalakî hat lidarxistin

  • cîhan
  • 21:09 5 Hezîran 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Têkildarî êrişên ku AKP'ê bi hevkariya PDK'ê li Herêma Kurdistanê dane destpêkirin di çalakiya li Brukselê de banga "Komkujiyên li dijî kurdan bi dawî bikin" hate kirin.
 
Li paytexta Bruksel a Belçîkayê êrîşên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK'ê li ser Herêma Kurdistanê dane destpêkirin hatin şermezarkirin. Girseya bi banga Mala Gel û Yekitiya Jinên Sosyalîst (SKB) hat ba hev, dirûşmeyên “Bes e Kurd tên qetilkirin’’ , “Bes ji xwe ker kirinê re, Kurdistanê biparêzin” berz kirin. Civaka Kurd a Belçîkayê, rêxistina Alîkariya Sor û alîgirên Partîzan jî tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankartên “Bes ji dagirkeriya navneteweyî ya li ser Kurdistanê re” û “Dewleta tirk dixwaze kurdan qetil bike” nivîsandî hatin hilgirtin.
 
Di daxuyaniya hat xwendin de hat destnîşan kirin ku dewleta tirk di êrîşên xwe yên li ser Kurdistanê di serî de ji Yekitiya Ewropayê û NATO’yê ji qadên navneteweyî piştgiriyê digire.
 
Çalakî bi banga tev li bûna çalakiya 11’ê Hezîranê bi dawî bû.