Li Ewropayê êriş hatin şermezarkirin

  • cîhan
  • 21:57 14 Gulan 2022
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistana Federe li gelek bajarên Ewropayê hatin şermezarkirin. 
 
Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê yên li Herêma Kurdistana Federe, li gelek bajarên Ewropayê bi lidarxistina meşan û daxuyaniyan hatin şermezarkirin
 
FRANSA
 
Li Bajarê Marsîlyayê yê Fransayê êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê bi meşekê hatin protestokirin. Kurdistanî, ji Qada Canebiere ya bajarê Marsîlyayê ber bi  Qada Viues Portê ve meşiyan. Di meşê de êrişên Tirkiyeyê û hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re hatin şermezarkirin. 
 
Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê li Parîsê jî hatin şermezarkirin. Li ser banga CDK-F’ê kurdistanî li Qada Saint-Augustinê hatin ba hev, dirûşmeyên "Erdoganê qatil", "Bimire xiyanet’’, "Rejîma Tirk faşîst e", "Ji Ocalan re azadî" û ‘’Em hemû PKK’yî ne’’ hatin berzkirin û pankarta li ser "Kurdistanê biparêze’" nivîsandî hat vekirin.
 
Piştî berzkirina dirûşmeyan, Hevserokê CDK-F’yê Necmettîn Demîralp daxuyanî xwend. Demîralp da xuyakirin ku di serî de DYE; hêzên emperyalîst ên navneteweyî li piştgiriya xwe ya ji bo êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê dewam dikin û got: “Armanca dewleta tirk bi van êrişan, temamkirina qetila kurdan e. Êrişên dagirkeriyê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hev re tên birêvebirin. Tecrîd li dijî vîna çareseriyê ya pirsgirêka kurd bi polîtîkayên şer re rasterast girêdayî ye."
 
Demîralp, bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî jî û got, Tirkiye bi vî awayî sûcekî şer dike û îşaret bi bêdengiya saziyên navneteweyî kir. 
 
SWÎSRE
 
Bi banga Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê çalakiyek hat lidarxistin. Navendên Civaka Kurd ên Swîsreyê (CDK-S), Tevgera Jinên Kurd ên Swîsreyê (YJK-) û dostên Kurdan tev li çalakiyê bûn. Kurdistanî li îstasyona trenê ya navendî hatin ba hev û heta bi Sefaretxaneya DYE’yê meşiyan. Hevseroka CDK-S’ê Selma Surer di çalakiyê de axivî  û got: "Em li her derê bi ciwanên xwe re ne. Em ê bi gerîlayên li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin re ne."
 
Kurd û dostên wan, li Operhausê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Çalakgerên skeç çêkirin bi tanka maket a bi amblema NATO’yê qetilkirina kurdan teşhîr kirin.
 
Çalakger heta ber bi Sefaretxaneya DYE’yê meşiyan û li vir daxuyanî dan. Li ser navê YJK-S’ê Ozen Aytaç axivî û ev tişt gotin: “Em jin, ciwan û jin xwedî li berxwedana gerîla derdikevin. Ji niha û pê de em dest bi kampanyaya xwedî derketin li gerîla li her derê dikin. Em bang li hemû gelan dikin: Li dijî dagirkeriyê em xwedî li berxwedana derbikevin, çav û guhên xwe ji vê dagirkeriyê re negirin.
 
Piştî axavtina Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Zurîhê Seyda Tofûr çalaki bi dawî bû.
 
ÎTALYA
 
Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê êrişên Tirkiyeyê hatin protestokirin. Di çalakiya ku kurd, îtalyan û antîfaşîst tev lê bûn de, êrişn Tirkiyeyê û helwesta PDK'ê hatin şermezarkirin. 
 
AWUSTURYA
 
Li paytexta Awusturya Viyanayê bi organîzasyona Navenda Civaka Demokratîk mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtîngê de ji xeynî gelê kurd ê ji çar parçeyên Kurdistanê, pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li ser Herêma Kurdistana Federe û hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re dan.
 
Di çalakiyê de bang li PDK’ê hat kirin ku demildest dest ji xeta xwe ya "xiyanetê" berde û bang li dewleta tirk hat kirin ku ji axa Herêma Kurdistana Federe derkeve. Di mîtîngê de ev tişt hatin destnîşankirin: ‘’Dewleta Tirk a bi piştgiriya NATO’yê tevdigere bila baş bizane; Rêbertî û gerîla xetên sor ên gelê Kurdistanê ne. Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, li her cihê ku lê ne, wê li ber welatên NATO’yê yên piştgiriya faşîzma dewleta tirk dikin û pratika xiyanetê ya PDK’ê rabin.“
 
DANÎMARKA
 
Ji bo protestokirina êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li bajarê Kopehhag ê Danîmarkayê jî çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de çekên kîmyewî yên li Zap, Metîna û Avaşînê tên bikaranîn û êrişên li ser Şengalê hatin şermezarkirin. 
 
Di çalakiyê de dirûşmeyên wekî ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Bijî berxwedana gerîla’’ û ‘’Bijî berxwedana Zapê’’ hatin berzkirin.