Sendîka kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ mezin dikin

  • cîhan
  • 11:20 13 Gulan 2022
  • |
img

STENBOL - Li Îngilistanê 16 sendîka wê bi çalakiyên cihêreng daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan dubare bikin. 

Kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî” ya sendîkayên ku nûnertiya 6 milyon karkerên rêxistinkirî yên li Îngilistanê dikin ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin her ku diçe mezin dibe. 
 
Sendîkaya Socîal Workers Unîon (SWU) ya di sektora xizmetên civakî de û 15 hezar endamên wê hene, biryar dan ku ew jî tev li kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî” bibin.
Bi tevlêbûna SWU re hejmara sendîkayên di qadên cuda de tev li kampanyayê bûne, bû 16.
 
Meha borî di kongreya sendîkaya perwerdeya neteweyî de ya ku 510 hezar endamên wan hene, 1700 delegeyan posterê Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan hildabûn û bi berzkirina dirûşmeya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’ re daxwaza berdana Ocalan kiribûn. 
 
SENDÎKAYA ASLEF’Ê WÊ BANGA AZADIYÊ DUBARE BIKE
 
Sendîkaya ajovanên trenê ASLEF wê hefteya pêş me konferansa xwe ya salane li dar bixe. Tê payîn ku dê ev sendîka jî banga azadiyê dubare bike û tevî posterên Ocalan çalakiyên piştevaniyê li dar bixin.
 
ÊRIŞÊN TIRKIYEYÊ DÊ WERIN ŞERMEZAR KIRIN
 
Di heman demê de hate diyarkirin ku ji bo azadiya Ocalan û şerê ku dewleta tirk li dijî Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin li Îngilistanê wê hin rêzeçalakî werin lidarxistin. Tê payîn ku di vê çarçoveyê de di kongreya salane ya sendîkaya GMB’ê de ku 500 hezar endamên wê hene de dê posterên Ocalan bên hildan û daxwaza azadiyê were dubarekirin.
 
MEŞ DÊ WERE LIDARXISTIN
 
Di heman demê de di 18’ê Hezîranê de bi pêşengiya kongreya sendîkayan wê meşeke mezin were lidarxistin û tê payîn ku wê 150 hezar kes tev li meşê bibin. Amadekariyên meşa mezin didomin. 
Di meşa ku dê windahiyên mafên civakî yên li Îngilistanê tên jiyîn û bihabûna jiyanê jî were şermezarkirin de tê payîn ku wê bi hezaran endamên sendîkayê bi organîzekirina Meclîsa Gelê Kurd tîşortên ji Abdullah Ocalan re Azadî tevlî meşê bibin.