Rojnamevan Şîrîn Ebû Akîle ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hate qetilkirin

  • cîhan
  • 09:45 11 Gulan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûçegihana Al-Jazeera Şirîn Ebû Akîle, ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hate qetilkirin. 
 
Nûçegihana televizyona Al-Jazeera Şîrîn Ebû Akîle, di Wargeha Penaberan a Cenîn a Bati Şerîayê de di encama gule berdana leşkerên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Şîrîn di encama gule berdanê de giran birîndar bû û pişt re jiyana xwe ji dest da. 
 
Şirîn, serdegirtina arteşa Îsraîlê ya Wargeha Cenînê dişopand.