Kedkarên Îtalyayê li dijî şerê li Kurdistan û Ûkraynayê dest bi grevê dikin

img
ENQRE - Karker, kedkar, akademîsyen, hunermend û rêxistinên civaka sivîl dê li dijî şerê li Kurdistan û Ûkraynayê li çar aliyên Îtalyayê dest bi çalakiya greva giştî bikin. 
 
Bi mebesta protestokirin û daxwaza sekinandina şerê li Kurdistan û Ûkraynayê, li çar aliyên Îtalyayê gelek karker, kedkar, akademîsyen, hunermend û rêxistinên civaka sivîl dê di 20’ê gulanê de bi dirûşma “NA ji şer re” bikevin greva giştî.
 
Gelek sendîka, rêxistinên civaka sivîl, akademîsyen, komên hunermendan û heta pasîfîstan, bi mebesta greva giştî ya ku dê li dijî şer li seranserî Îtalyayê dest pê bike, di 8’ê gulanê de li Navenda Giştî ya Inpdaî ya berê ya li Viale delle Provincieyê civiyan. Di civînê de biryar hate dayîn ku li Roma, Milano û Palermoyê mitîngên mezin bên lidarxistin û li Torino, Bologna, Floransa, Pisa, Caserta, Cagliari, Reggio Emilia, Trieste û bajarên din jî çalakî û meş bên lidarxistin. Di grevê de dê bertek nîşanî şer, bandora wê ya li ser aboriyê, çekên ji Ûkraynayê re tên şandin û lêçûnên zêde yên leşkerî bê dayîn. Li gel sendîkayên weke Confederazione Unitaria di Base (CUB), Sindacato Generale di Base Bologna (SGB), L'Unione Sindacale Italiana - Confederation International de los Trabajadores (USI-CIT), Confederazione dei Comitati di Base (COBAS), her wiha nûnerên rêxistinên civaka sivîl, karîkaturîstê navdar Vauro Senesi, fîlozof Donatella Di Cesare, hiqûqnasên demokratîk, komên pasîfîst û gelek derdorên cuda jî piştgiriyê bidin grevê. 
 
ŞER BANDORÊ LI HEMÛ CÎHANÊ DIKE
 
Ji Sekreteriya Neteweyî ya CUB’ê Walter Montagnoli ku di birêxistinkirina grevê de cih digire, anî ziman ku şerê li Ûkraynayê hem rê li ber mirinan û rûxandinê vedike û hem jî dike ku di hêla xurek, enerjî û pêdiviyên bingehîn de pirsgirêk derkevin. Montagnoli diyar kir ku şer, bandorê li hemû cîhanê dike û wiha got: “Ji ber şer, febrîqe êdî nikarin bixebitin û ev jî dike ku karker ji kar bên derxistin û xizmetên civakî têk biçin. Ji bo hilberandina amûrên çek, mirin û rûxandin her sal zêdetirî du trîlyon dolar pere tên xerckirin. Em dibêjin êdî bes e. Li şûna kuştina mirovan, ji bo têrkirina mirovan divê xebat bên kirin.” 
 
‘ÇIMA DENGÊ XWE JI ERDOGAN RE NAKIN?’ 
 
Nûnerekê ji Buroya Enformasyona Kurdistanê jî destnîşan kir ku şerê li Ûkraynayê bi armancên emperyalîst hatiye destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Tirkiye hêj jî li pey xeyalên Împaratoriya Osmanî ye. Hinek deverên Sûriye û Iraqê dagir kir û dixwaze kurdên ku naxwazin bibin parçeyeke vê împarastoriyê, tune bike. Welatên Ewropayê yên ku ji bo sepanên li dijî Putin ê dagirker ewqas dilxwaz, gelo çima heman sepanan li Erdogan ferz nakin? Tenê Rûsya û Tirkiye van şerên emperyalîst nakin. Fransaya Macron hêj jî bi xeyalên împaratoriya li Efrîqeyê dijî. Bi vê xeyalê jî 8 sal berê Malî dagir kir. Ji bo tunekirina berxwedêran hemû gund şewitandin. Bêhna gundên şewitî neçû yek kesê li Îtalyayê dijî. Erebistana Siûdî dixwaze li Rojhilata Navîn û Efrîqaya Bakur împaratoriyeke mezin a suniyan ava bike. Ji bo vê jî ev 7 sal in li Yemenê şerekî hovane dike. Lê kesek zextekî lê nake. Di esasê xwe de şerê dagirkeriyê yê Putin, berdewamiya şerê emperyalîst ê rojavayiyan e. Bêguman ya ku Putin dike sûcê şer e lê belê divê dagirkeriya Erdogan, Macron, Prens bin Salman û hemû serokên DYA’yê jî weke sûcê şer bê dîtin.”
 
Piştî civînê jî ev bang li gel hate kirin: “Ji bo ku li dijî HEMÛ şer û HEMÛ emperyalîstan bibejî NA, di 20’ê gulanê de biherikin kolanan.”