KCDK-E Başûr ji bo Şengalê nameyek ji Nûnerê NY ê Iraqê re şand

img
NAVENDA NÛÇEYAN – KCDK-E Başûr têkildarî êrişên ser Şengalê ji Nûnera NY’yê ya Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert re nameyek şand û xwest ku şer bi dawî bibe. 
 
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistanê-Başûr (KCDK-E Başûr) têkildarî êrişên li ser Şengalê ji Nûnera Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Iraqê Jeanine Hennis-Plasscheart re nameyek şand û xwest ku êriş bi dawî bibin. Jinên KCDK-E’yî di nameya xwe de diyar kirin ku xelkê Şengalê naxwaze êdî rastî zilmê were û ji bo vê jî dê heta dawiyê li ber xwe bidin. Di nameyê de hat gotin ku Xwerêveberî û hêza parastinê ya cewherî mafê rewa yê civaka êzdî ye. 
 
Di nameyê de ev tişt hatin gotin:
 
“Bila dawî li şerê di navbera hêzên parastina Şengalê û artêşa Iraqê de were. Ev şer tenê bi kêrî Tirkiye û malbata Barzanî tê.
 
Pêwîstiya gelê êzdî bi destwerdana wan nîne. Gelê êzdî ji bo bi mafê xwe yê jiyaneke aştiyane û domandina vî mafê xwe, xwedî rêveberiyekê ne. 
 
Divê hûn yekser bi jinên Şengalî re bikevin nava danûstandinan, li rewşa wan bipirsin û bi wan re bişêwirin. Ji ber ku heke li Iraqê şer derbikeve, berpiryartiya vî şerî di stûyê we de ye. Gelê Iraqê vî şerî naxwaze.
 
Gelê Şengalê naxwaze careke din bindest be û ji bo vê jî dê heta dawiyê li ber xwe bide. Xwerêveberî û hêza xweparastinê mafê rewa yê êzdiyan e. Ji bo hebûna xwe xebatê dikin. Gelo ma fêmkirina vê daxwazê tiştekî ewqas zehmete?
 
Em li benda biryara we ya ji bo aştiyê ne.”