Tê gotin ku Nazarbayev miriye!

  • cîhan
  • 17:28 13 Çile 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Zanyarê siyasetê yê rûs Konstantîn Kalaçev, angaşt kir ku serokkomarê Qazaxîstanê yê berê Nûrsûltan Nazarbayev an miriye an jî di komayê de ye. 
 
Zanyarê siyasetê yê rûs Kalaçev, bêdengiya serokkomarê Qazaxîstanê yê berê Nûrsûltan Nazarbayev ji malpera nûçeyan Lenta.ru re nirxand. Kalaçev, derpêş kir ku ev demeke tenduristiya Nazarbayev nebaş bû û dibe ku di dema bûyeran de jiyana xwe ji dest dabe. Kalaçev, diyar kir ku raya giştî  ji 28'ê Kanûna 2021'ê, ji dema hevdîtina li Petersbûrgê ya bi Serokê Dewletê yê Rûsyayê Pûtûn re heya niha Nazarbayev nedîtiye û bi tu awayî di çapemeniyê de jî xuya nekiriye. Her wiha Kalaçev, derpêş kir kir ku îdiaya ku Nazarbayev hevdîtin bi Serokê Dewletê yê Belarûsê Lûkaşenko re kiriye angaşteke pûç e, lê belê geşedanine bi guman rû didin. 
 
MA / Îsmet Konak