Serokê Parlamentoya Ewropayê Sassolî jiyana xwe ji dest da

  • cîhan
  • 08:44 11 Çile 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Parlamentoya Ewropayê Davîd Sassolî ku li nexweşxaneya ku lê têdawî didît jiyana xwe ji dest da.
 
Serokê Parlamentoya Ewropayê (PE) Davîd Sassolî (65), li bajarê Avîano yê Îtalyayê li nexweşxaneya ku lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da. Di 26'ê kanûna 2021'an de hatibû ragihandin ku Sassolî nexweş ketiye û di meha îlonê de ji ber nexweşiya zatûreyê wî rakirine nexweşxaneyê. Sassolî ji ber nexweşiya xwe demeke dirêj bû serokatiyê rûniştinan nedikir û tevlî civînên Yekitiya Ewropayê (YE) nedibû. 
 
Ji ber nexweşiya xwe Sassolî nebûbû namzetê hilbijartinên Serokatiya PE'yê.