Pakistanê peymanê helîkopteran a bi Tirkiyeyê re betal kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Pakistan, peymana helîkopterên ATAK'ê ya di sala 2018'an de bi Tirkiyeyê re îmze kiribû ya bi 1.5 milyar dolarî betal kir. 
 
Artêşa Pakistanê, peymana helîkopterên T129 ATAK'ê ya di sala 2018'an de bi Tirkiyeyê re îmze kiribû ya bi 1.5 milyar dolarî ya ji bo 30 helîkopterî betal kir. Berdevkê Artêşa Pakistanê Babar Îftîhar, diyar kir ku bi Tirkiyeyê re peymanê batal kirine û ji bo kirîna helîkopterên biçek bi Çînê re dest bi hevdîtinan kirine.