Xwepêşanderên Kazakistanê bi ser ketin: Hikûmetê îstifa kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kazakistanê, ji ber xwepêşandanên li dijî zemkirina bihayê LPG'ê hikûmetê îstifa kir. 
 
Li Kazakistanê, LPG'ê hatibû zemkirin û bihayê wê ji 60 Tengeyan deketibû 120 Tengeyan. Li dijî vê bi rojan bû li welat xwepêşandan dihatin lidarxistin û îstifaya hikûmetê dihat xwestin. Xwepêşanderên welat bi ser ketin û Hikûmeta Serokwezîr Askar Mamîn îstifa kir. Serokomar Kasim Comert Tokayev, îstifaya hikûmetê qebûl kir û ji bo Serokwezîrtiya demkî ya welat jî Alîkarê Serokwezîr Alîhan Smaîlov peywirdar kir.