Frahm: Lîsteya rêxistinên terorê li gorî berjewendiyên rojava tê amadekirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedarê danîmarkî Pernille Frahm, xwest ku PKK nin, ji "lîsteya terorê" ya li gorî berjewendiyên rojava hatiye amadekirin bê derxistin. 
 
Li Ewropayê, nerazîbûna li dijî qedexeya li ser PKK'ê zêde dibe. Bi pêşengiya Însiyatîfa Edaletê ya ji bo Kurdan a Navneteweyî di 13'ê kanûna 2021'an de bi navê 'Bila PKK ji lîsteyên terorê bê derxistin' kampanya hatibû destpêkirin. Ji hezar û 3 kesên ku mohra xwe danîn binê vê kampanyayê, endama berê yê Parlamentoya Ewropayê Pernille Frahm a danîmarkî, têkildarî qedexeya li ser PKK'ê ji Ajansa Nûçeyan a Fiartê (ANF) re axivî û diyar kir ku qedexeya li ser PKK'ê xelateke ji bo Tirkiyeya Erdogan e.
 
XELATA JI BO ERDOGAN
 
Frahm, da zanîn ku êrişa li dijî her du kûleyên Amerîkayê ya sala 2001'an li Ewropayê û cîhanê gelek tişt guherandiye û wiha axivî: "Wê demê Endama Parlamenta Ewropayê bûm. Dema ku parlamentoyê di têkoşîna dijî terorê de biryar li ser hin polîtîkayên nû da, ez di nava komîteya mafên sivîl LIBE ya Parlamentoya Ewropayê de bûm. Gelekî aşkera bû ku lîsteya terorê encameke danûstandinên siyasî yên navbera dewletên hevalbendên DYE'yê yên tifaqa qaşo dijî terorê bû. Ji bo êrişa li ser Afganistanê û Iraqê pêwîstî bi baregehên hewayî yên li Tirkiyeyê hebû. Xelat jî ew bû ku dijminên Erdogan bikin dijminê rojava."
 
BERJEWENDIYÊN ROJAVA
 
Di berdewamê de Frahm, diyar kir ku 'lîsteya terorê' li gorî berjewendiyên cîhana rojava hatiye amadekirin û destnîşan kir ku bi guhertina berjewendiyan re lîste jî nû bûye û xistina nava lîsteyê ya Mucahîtên Gel ên li Îranê û derxistina heman rêxistinê weke mînak nîşan da û ev tişt got, "Salên dawî komeke din ji lîsteyê derket. Mucahîtên Gel ên Îranê êdî di lîsteyê de nîne. Pêwîstiya rojava êdî bi alîkariya lîderên wan ên li Îranê nîne, lewma jî pêwîstî pê nîne ku em bi dijminên wan re şer bikin."
 
'SEDEM DIJMINBÛN E'
 
Frahm, bi lêv kir ku lîsteyên terorê yên li welatên rojavayî têne avakirin ne li gorî 'tirsê' têne avakirin û ev tişt anîn ziman: "Lîsteya terorê ne lîsteya ji wan koman e ku divê em jê bitirsin. Ev yek lîsteyeke ji dijminên 'dostên' stratejîk ên Amerîka û Ewropa ye. Yekane sedema hebûna PKK'ê ya li lîsteyê ew e ku dijminê Tirkiyeya Erdogan e û pêwîstiya dewletên rojavayî bi girêdana Erdogan heye."
 
'DIVÊ MIROÊN ROJAVAYÎ JI BÊEDALETIYÊ BIHESÎNE
 
Di dawiya axaftina xwe de Frahm, bal kişand ser kêmaniya karên ji bo derxistina PKK'ê ji lîsteya terorê û destnîşan kir ku li Ewropayê rewş guheriye û wiha got, "Salên dawî ev rewş diguhere, bi dîtina min têkoşîna edaletê ya ji bo PKK û kurdan wê bi ser bikeve. Lê belê beriya her tiştî gelekî girîng e ku divê mirov hilbijêrên li rojavayê Ewropayê bi vê bêedaletiyê bihesînin. Hejmara parlamentoyên ku biryar dane di vê mijarê de bixebitin zêde dibe û em li ser rêya rast in."