Çekên kîmyewî tên bincilkirin

  • cîhan
  • 09:13 30 Kanûn 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevanê îsraîlî Jonathan Spyer, ji bo zelalkirina meseleya çekên kîmyewî yên li Metîna, Avaşîn û Zapê hatine bikaranîn bang dike. Destnîşan dike ku meqamên fermî vê meseleyê bincil dikin. 

Ji rojnameya The Jerusalem Postê Jonathan Spyer, li ser meseleya çekên kîmyewî sekiniye ku li Zap, Avaşîn û Metînayê ji aliyê eskeran ve hatin bikaranîn. Spyer, di nivîsa xwe de diyar kiriye ku çekên kîmyewî di dema Seddam Husên û Beşar Esad de jî hatine bikaranîn û hesab nehatiye dayîn. Spyer, bang li meqamên têkildar dike ku li gor peywira xwe tevbigerin. 
 
OPCW GUHNEDÊR E
 
Nîqaşên têkildarî liv û tevgera eskerî ya Tirkiyeyê ya li Herêma Kurdistana Federe didomin. Di çapemeniya navneteweyî de jî tê nîqaşkirin ku bê ka operasyonên bi navê "Pençe-Yildirim û Pençe-Şîmşek" ên di 24'ê Nîsana 2021'ê de hat destpêkirin li gor normên navneteweyî ne yan na. Çendî têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî yên li hêla Metîna, Zap, Avaşîn-Basyanê hatine bikaranîn delîlên berbiçav hatine berpêşkirin jî, lê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) hê jî guhnedêriyê dike. Herî dawî xwepêşanderên kurd, li Laheyê li ber avahiya OPCW'ê çalakiyeke protestokirinê li dar xistibûn. 
 
Wekî tê zanhîn OPCW, di sala 1997'an de hatiye avakirin. Armaca wê pêşîlêgirtina çêkirina çekên kîmyewî, stokkirina wan û bikaranîna wan e. Ji ber vê welatên endamên OPCW'ê Peymana Çekên Kîmyewî îmze kirûbûn. Ji welatên ku ev peyman îmze kirine yek jê jî Tirkiye ye. Niha 188 endamên vê rêxistinê hene. Lê gelo ev rêxistin û peymana hatiye îmzekirin pêşî li ber vê digire? Di vî warî de gelek şik û guman hene. 
 
38 HPG'Î JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Tê zanîn ku di şerê li Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê de gazên wekî tabûn, kloropkîm û xerdelê hatine bikaranîn. Di demên dawî de ev mijar ji aliyê çapemeniya derve ve zêde tê nîqaşkirin. Ji rojnameya The Jerusalem Posê rojnamevan Jonathan Spyer, di gotara xwe ya bi sernavê "Gelo Tirkiye li Başûrê Iraqê çekên kîmyewî bi kar aniye yan na?" de li ser vê mijarê sekiniye. Spyer ku sûd ji ANF Newsê girtiye, dibêje: "Di 6 mehên ewil de 323 êrişên kîmyewî hatin kirin. Êrişa ewil di Sibata 2021'ê de, berî operasyona mezin dest pê bike li Garê qewimî. 6 şervan hatin kuştin. Paşê li herêma Metîna, Avaşîn û Zapê jî 36 şervanên din hatin kuştin." 
 
3 HPG'Î JI ŞIKEFTÊ HATIN DERXISTIN
 
Rojnamevan Jonathan Spyer ku ji bo delîlên bikaranîna çekên kîmyewî hin tespît kirine, li ser vîdeoya nîşan dide di 3'yê Gulana 2021'ê de li herêma Avaşîn a girêdayî Duhokê de çekên kîmyewî hatine bikaranîn disekine. Spyer, diyar dike ku ev vîdeo di koma Whatsapp a netewperestên Tirk de jî hatiye temaşekirin û destnîşan dike ku di vê vîdeoyê de 3 HPG'iyên li ser canê wan tu şopên birînan tune ne ji hêla eskerên Tirkiyeyê ve ji şikeftê hatine derxistin. Her wiha li ser tûnelên ku ji hêla HPG'iyan ve dihatin kontrolkirin û di 8'ê Hezîranê de li hemberî wan çekên kîmyewî hatine bikaranîn jî sekiniye. 
 
TABÛN, KLOROPÎKRÎN Û XERDEL
 
Rojnamevan Jonathan Spyer di gotara xwe de cih daye gotinên Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan jî û gotinên Karayilan ên têkildarî bikaranîna "tabûn, kloropîkrîn û gaza xerdelê" yên ji aliyê artêşa tirk ve hatine bikaranîn destnîşan dike. Spyer, di gotara xwe de destnîşan dike ku divê ev angaşt teqez bên zelalkirin û heke bivê divê ji aliyê desteyeke ku çend dewletên navneteweyî di nav de bên vekolandin. Spyer, bilêv dike ku di rewşên wiha de ji bo nebûna vekolandinan bal dikişîne ser bejwendiyên siyasî û simsartiya hêzê û dibêje: "Seddam Husên ku di 1988'an de li Helebçeyê 5 hezar kurd kuştin hesabê vê yekê neda. PIştî êrişî Quweytê kir, meseleya bikaranîna çekên kîmyewî bû rojev." 
 
ROLA TIRKIYEYÊ
 
Spyer, di warê bikaranîna çekên kîmyewî de li ser Beşar Esad jî sekiniye. Spyer, diyar dike ku Esad guh li ûltîmatoma 2013'an a DYA'yê nekiriye û bikaranîna gaza sarînê domandiye û ji bo vê bedêl nedaye. Spyer dibêje: "OPCW, aşkere kir ku Esad di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de gelek caran gaza sarînê bi kar aniye... Ev mînakên berê nîşan didin ku tiştên li Metîna, Avaşîn û Zapê jî ji aliyê meqamên fermî tên xumamkirin. Di vir de rola Tirkiyeya ku endameke NATO'yê ye, hevalbendeke DYA'yê ye û koçberan sewqî sînorê Ewropayê dike roleke bibandor e." 
 
MA / Îsmet Konak