Malbatên 9 koçberên Rojhilatî li aqûbeta zarokên xwe pirsîn

  • cîhan
  • 14:02 29 Kanûn 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên 9 koçberên Rojhilatê Kurdistanê ku Tirkiyê wan radestî çeteyên El Nusra kirine, li ber derê balyozxaneya Tirkiyê ya li Tahranê kombûn û daxwaza aqûbeta zarokên xwe kirin.

Tirkiyê 9 koçberên xelkê ji Rojhilatê Kurdistanê radestî çeteyên Eniya El Nusra kiribû û hêj aqûbeta wan nayê zanîn. Di 22’yê Tebaxa 2021’an de 9 koçberên Kurd ên xelkê bajarê Sedeşt ya Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê polîsên Tirkiyê ve li Stenbolê hatin binçavkirin û pişt re van koçberan radestî koma çeteyan ya El Nusra yên li Suriyeyê kirine. Ji wê rojê ve aqûbeta koçberan nayê zanîn.
 
Malbatên koçberan li Tahranê xwestin li ber derê balyozxaneya Tirkiyê li aqûbeta zarokên xwe bipirsin, lê li gorî agahiyan polîsên Îran nehiştin malbat nêzî balyozxaneyê bibin. Tê gotin di dema derketina balyozê Tirkiyê yê Tahranê de, polîsan êrişî malbatên koçberan jî kirine.
 
Navên koçberên hatine radestkirin wiha ne: Mubîn Weled Beyg, Efşar Rustemî, Behman Şardewan, Mesud Heyderî, Seîd Ehmedî, Ferdîn Derwîş Pur û Hedayet Ruxzadye.