Sermetranê ji Afrîkaya Başûr Desmond jiyana xwe ji dest da

  • cîhan
  • 10:55 26 Kanûn 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Sermetranê ji Afrîkaya Başûr Desmond Tûtû ku di têkoşîna têkbirina pergala Apartheîdê de roleke girîng leyîstibû jiyana xwe ji dest da. 
 
 
Sermetranê ji Afrîkaya Başûr Desmond Tûtû ku di têkoşîna têkbirina pergala Apartheîdê de roleke girîng leyîstibû û ji ber vê rola xwe hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hatibû dîtin, di 90n saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Tûtû, ji salên 1970'yî de li dijî pergala Apartheîdê dengê xwe bilind kiribû û heta hilweşandina wê ya salên 1990'î nêzî 10 salan serokatiya Komîsyona Lihevkirin û Heqîqetê ya lêpirsînkirina sûcên di vê demê de kiribû û weke "Wijdanê Afrîkaya Başûr" dihat naskirin. 
 
Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê ya sala 1999'an serpîskopos Tûtû bi piştgiriya xwe ya bi têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê jî dihate naskirin.
 
Tûtû ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêya diyalogê di Mijdara 2012'an de Însiyatîfa Aştiyê ya Navneteweyî ragihandibû. Yên ku destpêkê mohra xwe danîn binê vê însiyatîfê jî lîderê rûhanî yê Tîbetê Dalaî Lama, Serokê Sînn Feînê Gerry Adams, ji serokên berê yên DYE'yê Jîmmy Carter bû.
 
Tûtû ku sala 2014'an dema ku êrişên dagirkeriyê li ser Kobanê hate destpêkirin, li cem Kurdan cih girt û beşdarî konferansên Kurd ên li Parlamenta Ewropayê bûbû. Demond Tûtû ku di heman demê de pêşengî ji lidarxistina van konferansan re dikir, sala 2018'an pêşengî ji Trîbûnal a Navneteweyî re kir ku dewleta Tirk lê hate darizandin.
 
Tûtû yek ji aktorên girîng ên kampanya 'Dema wê hatiye' bû ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin. Yek ji 50 Xelatgirên Nobelê bû ku sala 2019'an li dijî tecrîdê bang kir.
 
Herî dawî di Nîsana 2021'ê de bi navê Kampanya Aştiyê ya Kurdistanê mohra xwe danîbû binê nameya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.