Meydana gulaşê ya Rûsya û Tirkiyeyê: Meseleya çeçenan

  • cîhan
  • 09:01 26 Kanûn 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Parka Cevher Dûdayev ku li Kocaeliyê hat çêkirin, Rûsya û Tirkiyeyê anîn pêşberî hev. Serokkomarê Çeçen Ramazan Kadirov, Enqereyê bi piştgiriya terorê tawanbar kir. 
 
Tirkiye, navê Dûdayev ê ji bo "serxwebûna" Çeçenîstanê têdikoşe bi kar tîne. Tirkiye ji hêlekê mafên sereke yên kurdan bêîtibar dike, li aliyê din piştgiriya tevgerên serxwebûnê yên gelên din dike. Serokkomarê Çeçenîstanê Kadirov jî gef li Erdogan xwar ku dê li Grozniyê peykerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çêbike. 
 
NAQOSA DÊRÊ DIXITIMÎNE
 
Şaredariya Korfezê ya bajarê Kocaeliyê Parka Cevher Dûdayev bi awayekî "hişmet" vekir. Ev yek Rûsya û Tirkiyeyê cardin anîn pêşberî hev du. Li Tirkiyeyê feraseteke ku dixwaze giha têxe naqosa dêrê heye. Di dîroka vî welatî gelek portreyên biqîmet hene, lê bi navê Cevher Dûdayev çêkirina parkekê ecêbiya li ser ecêbiyê ye. Serokkomarê Çeçenîstanê Ramazan Kadirov jî li hemberî vê rabû got, ew ê jî li Grozniyê peykerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çêbikin. Ev daxuyaniya Kadirov, a rast rêvebiriya Moskovayê jî piştgiriya wê dike. Meseleya serxwebûna Çeçenîstanê qadeke herî hesas a Rûsyayê ye. Tê nîqaşkirin ku Enqere di vî warî de pir hayjixwe ye. Gelo bi rastî jî Tirkiye qîmetê dide serbixwebûna neteweyan? Yanî dewleteke ev qasî hevçerx e? Lê ew helwesta wê ya despotîk a li hemberî gelê kurd her tiştî dide der. 
 
DÎROKA RAGEŞIYA RÛS-ÇEÇENAN
 
Em nêzîkatiya Tirkiyeyê ya ji bo serbixwebûna çeçenan deynin aliyekî, em hebikekî li ser rageşiya di navbera Rûsya û çeçenan de bisekinin. Bi taybetî di dema Petroyê Yekem (Petroyê Dîn) de tê zanîn ku armanceke Rûsyaya Çarlikê ew e ku berê xwe bide başûr û xwe bera devera behrên germ bide. Di vê çarçoveyê de armanceke sereke dagirkirina Qafqasyayê bû. Di sala 1722'yan de dagirkirina Bakurê Qafqasyayê dest pê kir. Ji nîşaneyên kolonyalîzasyonê yên ewil yek jê binkeya Petrovskê bû ku li qeraxa Behra Hazarê li ser navê Petroyê Yekem hatibû avakirin. Ev binke niha li paytexta Daxistanê Mahaçkaleyê ye. Her wiha li bajarên wekî Kizilyar û Mozok jî bêguman ruhekî berxwedanê xwe dabû der. Serhildana bihêz a ewil di navbera 1787-1791'ê de rû dabû. Lê çendî di dema Şerê Osmanî-Rûs de hatibû xwestinku ev berxwedan bêdomandin jî, lê pir bi ser neketibû. Wisa tê fikirîn ku tevgera Murîdznê ya li Bakurê Qafqasyayê piştî Şêx Mansûr bi ruh û can bûye. Muelifên Rûs navê Murûdzmê li tevgera îslamî ya ku terîqeta neqşîbbendiyê ew organîze kiriye kiribûn û pêşengên tevgerê jî navê "gazawatê" diemilandin. Yanî li dijî kolonyalîzma Rûs, gazî gel dikirin ku daxilî nav "gazawat"ê bibin. 
 
BERXWEDANA ŞÊX ŞAMÎL
 
Futuhata Rûsyayê ya li Qafqasyayê di sedsala 19'an de jî dewam kir. Ji fermandarên navdar ên Şerên Napolyon (1803-1815) Aleksey Yermolov, di navbera 1816-1827'an de li hemberî gelên Qafqasyaya Bakur polîtîkayeke şedîd pêk anî.Yermolov ku bû fermandarekî sembol ê kolonîzasyona çarlikê, bi taybetî di siyaseta qirkirinê ya li hemberî çerkezan de roleke tundraw lîst. Li herêmê li hemberî polîtîkayên dagirkeriyê yên çarlikê muqawemeteke nû rû da di sedsala 19'an de. Şêx Şamîlê daxustanî hefsarên tevgera murdîzmê xistin destê xwe. Ji sala 1832'yan heya 1859'an li dijî rêvebiriya çarê serî rakir. Axirê teslîm bû. Paşê tevgera murdîzmê heya 1920'an dewam kir. 
 
PERGALA SOVYETÊ
 
Piştî ku li herêmê pergala Sovyetê hat avakirin, nêrîna hin gelan a ji bo rêvebiriya Moskovayê guherî. Ji lew re vê carê paradîgmayeke rêzgiriyê ya ji bo mafên sereke yên gelên Bakurê Qasdqasyayê hebû. Ji ber hindê di Şerê Navxweyî yê rûs de (1917-1922) sosyalîstên wekî Celal Korkmazov, Mahaç Dahadayev, Muhammed Hîzroy, Saîd Gabî, Ahmed Han Mûtûs, Elderhanov Taştemîr û Aslanbek Şerîpov li nav efên bolşevîkan cih girtin. Mesela Celal Korkmazov serokê Komîteya Eskerî-Şoreş a Daxistanê bû, Elderhanov Taştemîr jî Sovyeta Çeçenê îdare dikir. Her wiha Aslanbek Şerîpov jî leninîstek bû û xizmeta Artêşa Şor a Çeçen kiribû. 
 
PIŞTGIRIYA JI BO HÎTLER Û SIRGÛN
 
Di nav daxiyan de li gel cenaheke sosyalîst, cenaheke ku dixwest tevgera murîdîst jî bidomîne hebû û ev cenah dijî şoreşê bû. Pergala murîdîst, di dema Şerê Cîhanê yê Dudoyan de li ber rêvebiriya Sovyetê rabû. Serhildirên çeçen ên xwestin di dema êrişa naziyan a li axa Soveytê sûd wergirin, li dijî Artêşa Sor piştgiriya Hîtler kirin. Tevî çeçenan komên wekî îngûş, kalmûk, balkar û karaçay jî tevkarî bi naziyan re kirin. Ên pêşengiya dijberiya Soveytê dikirin, keseên wekî Hasan Îsraîlov û Maîrbek Şerîpov bûn. Maîrbek Şerîpov, birayê Aslanbek Şerîpov bû. Di dema bûhranê de ji bo gelê herêmê Artêşa Zor netengijîne sirgûn dest pê kiribûn. Têg otin nêzî 700 hezra kes hatine sirgûnkirin. A rast rêvebiriya Moskovayê li ser asasê "ademî-merkeziyetê" derfeteke baş dabû ber gelên Qafqasyayê. Mesela di 1922'yan de Oblasta Xweser a Karaçay-Çerkezê, di sala 1936'an de Komara Sosyalîst a ÇEçen-Îngûş a Xweser hatibû avakirin. 
 
ÇEÇENÎSTANA SERBIXWE
 
Xeyala xîlafet, gazawat û serbixwebûnê ya çeçenan, a rast di dema Sovyetê de bi awayekî sergirtî be jî tim hebû. Ev hest di 1991'ê di dema rûxandina Sovyetê de cardin rû da. General Cevher Dûdayev ku di Hêzên Hewayî yên Sovyetê dedixebitî, ragihand ku Çeçenîstan serbixwe ye û bû serokkomarê ewil ê komara de facto. Helbet ev Moskovayê ev hewldana ji bo serbixwebûnê qebûl nekir. Dûdayev, tim pêwendî bi rayedar û sîyasetmedarên tirk re datanî. Mesela Necmettîn Erbalan telefoneke peykî diyarî wî kiribû. Heta tê gotin ev telefon bûye sedema mirina wî. Gava bi telefonê xeber dabû îstixbarata rûs cihê wî tespît kiriye û ew kuştibû. Yek ji kesên ku Dûdayev di bin tesîra fikirên wî de mabû Alparslan Turkeş bû. Di çarçoveya "biratiya îslamê" de pêwendî datanî. Heta di wesiyeta xwe de diyar kiribû ku "şûrê" wî diyarî Turkeş bê kirin. Lê gava Turkeş mir, şûrê wî radestî kurê wî Tûgrûl Turkeş hat kirin. Ji sahneyên Dûdayev ên di bîra mirov de mane, yek jê wêneyên wî yên li ber "alaya xîlafetê" ne. 
 
Xelîfetî, emîrtî, pergala şerîatê dê gelekî çawa serbixwe û azad bike? "Enîgmayek" mezin e. Niha em mînaka vê ya herî berbiçav li Afxanîstanê dibînin. Piştî mirina Cevher Dûdayev kesên wekî Aslan Mashadov, Şamîl Basayev, Dokka Ûmraov hewl dabûn "gazawatê" bidomînin. 
 
MA / Îsmet Konak