Talîbanê nîvê saziyên çapameniyê girt

  • cîhan
  • 13:26 21 Kanûn 2021
  • |
img
ENQERE - Ji dema ku Talîban hatiye desthilatê ve ji sedî 43'yê saziyên çapemeniyê hatine girtin. Ji sedî 60'ê rojnamegerên zilam bê kar mane û rojnamegerên jin jî ji kar hatine derxistin. 
 
Li gorî lêkolîneke ku Rêxistina Rojnamegerên Sînor Nenas (RSF) û Komeleya Rojnamegerên Serbixwe ya Afgan kirine, li Afganistanê ji dema ku Talîban hatiye desthilatê ve ji sedî 43'yê saziyên çapemeniyê hatine girtin, ji sedî 60'ê rojnamegerên zilam bê kar mane û ji sedî 84'ê rojnamegerên jin jî ji kar hatine derxistin.