Bikaranîna "çekên kîmyewî" li Parlamentoya Îtalyayê ye

  • cîhan
  • 16:44 21 Cotmeh 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê Îtalyayê Erasmo Palazzotto, derbarê bi kar anîna çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê yên li dijî kurdan de pêşnûmepirs da Meclisa Îtalyayê. 

Parlamenterê Îtalyayê Erasmo Palazzotto, bi kar anîna çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê yên li dijî kurdan bir rojeva Parlamentoya Îtalyayê û derbarê mijarê de pêşnûmepirsekê da meclisê. Parlamenter Erasmo Palazzotto, di pêşnûmepirsa xwe de destnîşan kir ku ji binpêkirinên sîstematîk ên peymanên navneteweyî Hikûmeta Tirkiyeyê berpirsyar e. Palazzotto, di pirsên xwe yên ku aresteyî Wezareta Karên Derve û Hevkariya Navneteweyî kirin de destnîşan kir ku Tirkiye bia awayekî micid û sîstematîk peymanên navneteweyî bin pê dike.
 
Palazzotto, di pêşnûmepirsa xwe de bal kişand ser sûcên şer ên mîna înfazên bêdaraz, îşkence, şewitandina gundan û koçberkirina bi darê zorê û dagirkirina Efrînê ya sala 2018'an û dagirkirina Serê Kaniyê û Grê Spî ya di cotmeha 2019'an de bi bîr xist û diyar kir ku li Rojava çekên kîmyewî yên mîna fosfora spî hatine bikaranîn û ev tişt gotin: ""Her çend ev bûyer hemû hatibin piştrastkirin û gelek delîl hebin jî hikûmet û lîderên leşkerî yên tirk tu carî ji aliyê sazî û dewletên navneteweyî ve ji ber sûcên xwe nehatine mehkûmkirin."
 
Palazzotto, destnîşan kir ku ji 23'ê nîsana 2021'an ve li Herêma Kurdistanê di êrîşên nû yên dagirkeriyê de çekên giran ên kîmyewî li Metîna, Zap û Avaşînê hatine bikaranîn û ev tişt anîn ziman: "Ev yek êdî giraniya rewşeke nikare bê berdewamkirin li Kurdistanê radixe pêş çavan." Palazzotto pirsî ku saziyên Ewropayê plan dikin kîjan tedbîran bigirin û ev tişt got: "Ji binpêkirina sîstematîk a peymanên navneteweyî hikûmeta Tirk berpirsyar e."