Piştî NATO’yê vê carê jî Swêd serdana Tirkiyeyê dike 2022-11-07 11:37:55 ENQERE - Piştî ku Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jenas Stoltenberg serdana Tirkiyeyê kir vê carê jî Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson tê Tirkiyeyê.    Sekreterê Giştî yê Peymana Bakurê Atlantîkê (NATO) Jeans Stoltenberg di 3-5’ê mijdarê de serdana Tirkiyeyê kiribû. Piştî serdana Soltenberg vê carê Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson tê Tirkiyeyê. Stoltenberg di serdana Tirkiyeyê de li gel Tayyip Erdogan ê Serokkomarê AKP’yî, Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû û Wezîrê Parastinê Hulusî Akar hevdîtin kiribû. Stoltenberg ji ber rola krîza di texlûdan de spasiya Tirkiyeyê kiribû û derbarê rewşa dawî ya endamtiya Swêd û Fînlandiya ya bo NATO’yê hevdîtin kiribû.    Piştî serdana Stoltenberg, Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson, li ser vexwendina Erdogan di 7-8’ê mijdarê de tê Tirkiyeyê.