Îstîfaya Halbûsî nehate qebûlkirin 2022-09-28 16:41:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Îstîfakirina Serokê Parlamentoya Iraqê Muhammed Halbûsî, bi piraniya dengên parlamentoyê nehate qebûlkirin.    Krîza siyasî ya ji ber neavakirina hikûmetê li Iraqê dest pê kir, bi îstifaya parlamenteran dewam dike. Serokê Parlamentoya Iraqê Muhammed Halbûsî jî duh îstifaya xwe pêşkêş kiribû. Li parlamentoya ku piştî navbereke dirêj li hev civiya, ji 325 parlamenteran 235 parlamenter amade bûn. Di rûniştina parlementoyê de dengdana îstifaya Halbûsî hate kirin.   Di encama hilbijartinê de bi piraniya dengan îstîfaya Halbûsî nehate qebûlkirin. Ji parlamenterên di Lijneya Giştî de amade bûn tenê 13’an ji îstîfakirina Halbûsî re dengê “erê” bikaranîn. Di encama dengdana ji bo 1’emîn Cîgirê Serokê Parlementoyê de Parlamenterê Serbixwe Mûhsîn Mendelawî weke 1’emîn Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê hate hilbijartin .   Li aliyê din li parlementoyê ji bo hilbijartinên Serokkomariya Iraqê îmze tên komkirin.