Li Iraqê êrişî baregeha eskerî hat kirin 2022-01-15 10:20:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Selahaddîn ê Iraqê êrişî balafirgeha eskerî ya Baladê hat kirin.    Di saetên serê sibê de bi dronan êrişî balafirgeha eskerî ya Balad ku li navçeya Beled a girêdayî bajarê Selahaddîn a Iraqê ye hat kirin. Di nûçeya RojNewsê de cih girt de cih nedan hûrgiliyên êrişê. Baregehea eskerî ya Baladê ji aliyên hêzên koalîsyonê ku artêşa Iraqê û Amerîka pêşengtiya wan dikin ve tê bikaranîn.