Serokkomarê Şîliyê Garbrîel Borîc: Kurd tên qirkirin 2021-12-22 13:42:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Gabrîel Borîc ku bi serkeftineke dîrokî bû Serokkomarê Şîliyê, di hevpeyvîneke xwe de diyar kir ku li Tirkiyeyê kurd tên qirkirin.    Di 19'ê kanûnê de li Şîliyê tûra duyemîn a Hilbijartina Serokkomariyê hat kirin. Di hilbijartinê de namzetê "Tifaqa Em Piştgiriyê Didin Pêbaweriyê" Gabrîel Borîc ji sedî 55,87'ê dengan girt û bi serket. Hevrikê Borîc namzetê Partiya Komarparêz Jose Antonio Kast ku dîktatoriya leşkerî diparêze jî ji sedî 44,13'yê dengan girt û têk çû. Gabrîl ku ji malbateke katalan û hirvat tê bi serkeftina xwe bû serokê herî ciwan ê Şîliyê.    'DEWLETA QIRKER'   Borîc ku tevlî bernameya televîzyonekê bû, pirsa "Hûn dibêjin Îsraîl dewleteke qirker û kujer e?" wiha bersivand: "Belê rast e." Li ser pirsa "Li dijî kurdan Tirkiye jî wisa ye?" ev bersiv da: "Teqez."     Axaftina ku di navbera pêşkêşvan û Borîc de derbas dibe wiha ye;    Pêşkêşvan: We got Îsraîl kujer û qirker e. Hûn li pişt vê gotina xwe ne?   Borîc: Bêlê rast e.   Pêşkêşvan: Hûn ji bo kurdên li Tirkiyeyê jî vê dibejin?   Borîc: Belê, ev ji bo hemû welatan wiha ye. Îsraîl, Erebistana Siûdî û Tirkiye ku mafê mirovan bin pê dikin divê şertê navneteweyî bi cih bînin. Bihêzbûna van welatan ne pir girîng e, divê mafê van neteweyan bê parastin.