Talîbanê gule berdan pîrozbahiyên serxwebûnê: Herî kêm 2 kes mirin 2021-08-19 15:37:44   ENQERE – Talîban di dema pîrozbahiyên serxwebûnê yên li Afganistanê de, gule li girseyê reşand. Di êrişî de, herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.   Li paytexta Esedabad a parêzgeha Kunar a dikeve rojhilatê Afganistanê, Talîbanê di dema pîrozbahiyên serxwebûnê yên her sal li welat tê pîrozkirin de, gule li girseyê reşand. Di êrişê de, herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 8 kes birîndar bûn.    Li gorî agahiyên ku di Rojname û Televîzyona Rojnameya Îtalî (RAİ News) de cih girtin, ji 19’ê Tebaxa 1919’an ve serbixwetiya Afganîstanê ya ji bin konrola Îngîlîzan derket, tê pîrozkirin. Hêzên Talîbanê  tehemûlê vê pîrozbahiyê nekir û gule reşand girseyê.    Hat ragihandin ku di encama gulebarana kesên ku ala neteweyî bilind kirin de, herî kêm 2 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.