Talîbanê bajarê Kûndûzê girt 2021-08-08 11:56:40 NAVENDA NÛÇEYAN - li Afganistanê piştî Zerenc û Şîbîrganê bajarê Kûndûzê jî ket bin kontrola Talîbanê. Ji bo girtina bajarê çaremîn jî şerkî giran diqewime.    Di nava 24 saetên dawî de Talîbanê sê paytextên wîlayetan bi dest xist. Li bajarê çaremîn jî şerekî giran diqewime. Talîbanê di saetên serê sibehê de bajarê Kûndûzê bi dest xist û hemû avahiyên girîng ên li bajar bin kontrola Talîbanê de ne. J sala 2015'an ve ev cara 4'an e ku Kûndûz dikeve destê Talîbanê. Kûndûz bi 300 kîlometreyî dûrî paytext Kabûlê ye û bi 50 kîlometreyî li başûrê sînorê Tacîkistanê ye.    Talîban kete nava bajarê Sar-î Pol jî ku li bakur rojavayê welêt e. Hate ragihandin ku li nava kolanan şer dewam dike. Rojên în û şemiyê jî bajarê Zerencê yê li başûr rojava û bajarê Şîbîrganê yê li bakurrojavayê welêt ketibûn destê Talîbanê. Ji meha gulanê dema destpêkirina vekişîna hêzên Amerîkayê ve Talîban ji her alî ve êrişan dike. Vekişîna hêzên amerîkî hema bêje temam bûye. Hêzên Efgan ku bi rengekî lawaz li ber xwe didin ji bilî paytext Kabûlê paytextên eyaletan kontrol dike. Sê ji wan ketin destê Talîbanê. Navçe û qadên bejahî jî di kontrola Talîbanê de ne.   Rejîma Talîbanê ku li gorî pîvanên tund ên Îslamê tevdigere, ji sala 1996'an heta 2001'ê li ser desthilatdariyê bû. Ev rejîma ku beriya 20 salan bi destwerdana DYE'yê hilweşiya, her roj herêman bi dest dixe û xwe ji bo vegera li desthilatdariyê amade dike. Li gorî çavdêran, hikumeta Kabûlê wê têk biçe.   .