Serokdewletê Tûnîsê darbe li meclisa welat kir 2021-07-26 10:12:37 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokdewletê Tûnisê Kaîs Saîed, derbarê parlamentoya welat de biryareke mîna darbeyê da û hemû wezîfeyên parlamentê rawestandin û serokwezîr ji wezîfeyê girt. Piştî xwepêşandanên şermezarkirinê ku doh li gelemperiya Tûnisê ji bo betalkirina parlamentoyê hatin lidarxistin, Serokdewletê Tûnisê Kaîs Saîed, derbarê parlamentoya welat de biryareke mîna darbeyê da. Serokdewlet Saîed, ragihand ku wezîfeyên parlamentoyê hatine rawestandin û serokwezîr Hîchem Mechînî ji wezîfeyê hatiye girtin. Saîed, diyar kir ku piştî civîna lezgîn a li Qesra Karthageyê ev biryar hatiye wergirtin.   Saîed, destnîşan kir ku Destûra Bingehîn a Tûnisê rê nade betalkirina parlamentoyê, lê di rewşeke lezgîn de xala 80'î ketiye meriyetê û anî ziman ku bi alîkariya endamên din ên hikumetê wê wezîfeyên pêwîst bi cih bîne.