Ji ber barana mûsonê 127 kes mirin û bi dehan kes winda ne 2021-07-25 16:50:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Perava rojava ya Hîndîstanê ji ber baranên dijwar di bin avê de ma. Herî kêm 127 kes jiyana xwe ji dest dane, servîsên meterolojiyê hişyarî dan ku wê baranên dijwar ji nû ve bibarin.   Ji roja Pêncşemiyê heya niha perava rojava ya Hîndîstanê di bin bandora baranê dijwar de ye. Li gorî rayedaran hejmara kesên ku ji ber lehî û şemitîna axê jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 127 kesan. Tenê li eyaleta Maharasthra bi giştî 117 kes ji ber baranên mûsonê û zêdetirî 40 kes ji ber şemitîna axê jiyana xwe ji dest dane.   Li gundê Taliye ya dikeve başûrê Bombay’ê di dema şemitîna axê de felaketa lehiyê gelek kes li gel bir. Hate ragihandin ku di nava çend deqeyan de bi dehan mal hilweşiyan. Tîmên rizgarkirinê di nava av û heriyê de li 99 kesên ku agahî ji wan nayê girtin digerin.   Li Kolhapûr ya dikeve rojavayê eyaletê gelek kesên ku ji ber bilindbûna avê nedikarîn derkevin hatin rizgarkirin.   Barîna baranên zêde yên di pêvajoya mezin a mûsonê ku ji hezîranê heya îlonê didome, rê li ber lehî û şemitîna axê vedike. Li vê herêmê ku yek ji 5’an a hejmara mirovên li cîhanê lê dijîn her salê bi sedan kes jiyana xwe ji dest didin. Baranên mûsonê di heman demê de di aliyê jiyan û çandiniyê de xwedî girîngiyeke jiyanî ye.