Komele û saziyên ziman: Serdestên faşîst dixwazin dîrok, çand û zimanê kurdî ji holê rakin

img
AMED - Komele û saziyên ziman û wêjeya kurdî li dijî qedexekirina zimanê kurdî ya li Meclisa Tirkiyeyê nerazîbûn nîşan dan û gotin serdest û desthilatên faşîst dixwazin dîrok, çand, huner, wêje, ziman û hemû nirxên din ên neteweyî yên kurdan ji holê rakin  
 
Li Meclisa Tirkiyeyê hê jî axaftina bi zimanê kurdî qedexe ye. Li Meclisê li ser budçeya sala 2023’yan partiyên siyasî nîqaşan dikin. Di hevdîtinên duh ên budçeyê de Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier li Desteya Giştî ya Meclisê bi kurdî xîtabî desteyê kir. Wekîlê Serokê Meclisê Haydar Akar axaftina Taşçier di nîvî de qut kir û axaftina bikurdî carek din hat astengkirin. 
 
Komele û saziyên ku xebat û wêjeya kurdî bi rê ve dibin li dijî qedexe ango astngiya zimanê kurdî ya li Meclisê daxuyaniyek hevpar a nivîskî weşandin. 
  
Daxuyaniya saziyên ziman wiha ye: 
 
“Her ziman cîhanek e. Hewldana jiholêrakirina zimanekî hewldana jiholêrakirina cîhanekê ye, ku ev sûcekî herî rûreş û bêbext ê li dijî mirovahiyê ye.
 
Zimanê kurdî jî bi serê xwe cîhanek e. Zimanekî herî qedîm û dewlemend ê mirovahiyê ye. Zimanê kurdî ligel hemû pêkanînên cur bi cur ên pişaftin, qedexekirin û êrişên piralî yên bi hezaran sal e, bi taybetî yên sed sal e heta îro hatiye. Îro jî, li her çar milên Kurdistan û cîhanê li ber xwe dide û tê bikaranîn.
 
QEDEXEKIRINA KURDÎ JIHOLÊRAKIRINA NETEWEYA KURD E 
 
Serdest û desthilatdarên faşîst ên bi salan e bi rê û rêbazên cuda yên hovane dixwazin dîrok, çand, huner, wêje, ziman û hemû nirxên din ên neteweyî yên kurdan bibişivînin, qedexe bikin, tecrîd bikin û ji holê rakin. Bêguman vê yekê herî zêde li ser zimanê kurdî pêk tînin. Ji ber ku serdest û desthilatdar baş dizanin ku zimanê kurdî nirxê bingehîn ê kurdan e û jiholêrakirina kurdî qonaxeke gelek girîng a jiholêrakirina neteweya kurd e. Lê dikin nakin nikarin bi ser bikevin. 
 
ZÎHNIYETA FAŞÎZAN DIXWAZE HER KES BI TIRKÎ BIAXIVE 
 
Herî dawiyê parlamenterekî kurd dema ku di parlementoyê de bi kurdî diaxivî axaftina wî hate birîn û pêşî li axaftina wî ya kurdî hat girtin. Ev nêzîkatiya faşizan dixwaze her kes bibe tirk û bi tirkî biaxive, bi tirkî bijî. 
 
Lê divê baş bê zanîn ku çand, ziman û nirxên me yên neteweyî hebûn, xwebûn, rûmet û nasnameya me kurdan e, nirxên bingehîn ên mirovahiyê ne. Em ê tu car dest ji wan bernedin. Em ê li dijî her cureyê eriş, pişaftin û qirkirinên li ser wan bisekinin, li her qadê, heta dawiyê ji bo parastin, pêşxistin, serbestî û azadiya wan têbikoşin. 
 
JI BO ZIMANÊ KURDÎ BIBE YÊ FERMÎ Û PERWERDEHIYÊ
 
Bi vê boneyê em hemû êrişên li ser zimanê kurdî şermezar û nelet dikin. Û wek her car bang û gazî li hemû kurdan û kesên ku ji xwe re dibêjin em mirov in dikin ku li dijî kurdkujî, çandkujî û kurdîkujiyê di asta herî jor de bertekên xwe nîşan bidin û têkoşîna parastin û pêşxistina kurdî li her qadê bilindtir û firehtir bikin; ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê bi giyanê seferberiyê bixebitin, her derê bikin dibistan û zanîngehên kurdî, li her derê û her kêliyê bi kurdî biaxivin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsin û bi kurdî bijîn.
 
Dem dema bilindkirina têkoşîna çanda kurdî, zimanê kurdî û nirxên nirxên kurdewar e.
 
NAVÊN SAZIYÊN 
 
Navê saziyên ku daxuyanî îmze kirine wiha ne: Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) (Amed), Kovara Destar (Amed), Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Arî (Êlih), Komeleya Wêjekarên Kurd (Amed), Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê (Wan), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Botanê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê (Îzmîr), Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Ankayê (Enqere), Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê (Semsûr), Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belekê (Cizîr), Înstîtuya Kurdî ya li Stockholmê, Înstîtûya Kurdî ya li Elmanyayê , Enstîtuya Kurdî ya Brukselê, Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê.