'Kovara Demeokratîk Modernîte fikrek e, nayê darizandin'

STENBOL - Midûrê Karên Nivîsê yê Kovara Demokratîk Modernîteyê Ramazan Yûrttapan got: "Em an jî nivîskar dikarin bên darizandin, lê kovar nayê darizandin. Ji lew re kovar fikrek e." 
 
Kovara sê mehane Demokratîk Modernîte, di hedefa darazê de ye. Heya niha gelek hejmarên wê hatine qedexekirin û der barê gelek nivîskarên kovarê de jî lêpirsîn hatine kirin. Herî dawî der barê Midûrê Karên Nivîsê yê Demokratîk Modernîteyê Ramazan Yûrttapan, edîtorê kovarê Haydar Ergul û 3 nivîskarên kovarê de bi îdiaya "biçûkxistina gelê tirk" îddianame hat amadekirin. 
 
Midûrê Karên Nivîsê yê Kovara Demokratîk Modernîteyê Ramazan Yûrttapan zextên li ser kovarê û xebatkarên wê nirxandin.
 
Yûrttapan destnîşan kir ku daraza fikr û nirxandinên di kovarê de wekî "talûkeyeke" li dijî pergalê nirxandiye. Yûrttapan bibîr xist ku kovar di bihara 2012'an de dest bi weşanê kiriye û ji wê çaxê heya niha tê de gelek nivîsên ji derdorên cuda hatine welandin û got ku ji ber vê kovar "robarek" çêkiriye. Yûrttapan destnîşan kir ku bi nivîsên di kovarê de pergal tê rexnekirin û wiha got: "Kovar, cih dide fikr û ramanên alternatîf ên li hemberî netew-dewletê. Kovar wê derfetê diafirîne ku ev firk bigihêjin civakê. Di vî warî de israr dike." 
 
Yûrttapan bilêv kir ku daraz bi van liv û tevgerên xwe hewl dide pergala ku ew aydê wê ye biparêze û wiha got: "Komara Tirkiyeyê li ser esasên nasnameyekê hat avakirin. Tirkîtî veguherandin rejîmekê û kirin hêmaneke çewisandinê. Niha netew-dewlet diperpite. Mesela, rejîma mele ya Îranê jî li ser etnîsîteyekê avakirî ye. Xwe bi baweriyekê ferz dike. Heman tişt li Sûriyeyê jî heye. Her yek ji van netew-dewletek e. Gelên Mezopotamyayê, gelên nasnameyên xwe îfade dikin di nava pençikên van netew-dewletan de ne. Perspektîfa ku vê yekê teşhîr dike û datîne holê Demokratîk Moderneîte ye. Lewma daraz nikare derî dagirker tevbigere. Dozên em bi wan re rû bi rû dimînin jî xwe disipêrin vê kevneşopiyê."
 
Yûrttapan diyar kir ku ji ber ku hin pasaj ji parêznameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wergirtine, ev wekî delîl hatine bikaranîn û got: "Ji lew re parêzname bi xwe pêşniyazeke alternatîf in. Pêşniyazeke ku berpêşî gelên cîhanê û Rojhilata Navîn hatiye kirin. Ev, li seranserê cîhanê jî tê qebûlkirin. Lê sedema ku li vir nayê qebûlkirin, ew e ku daraz ketiye ber çerxa siyasetê." 
 
Yûrttapan destnîşan kir ku daraz bi vî awayî pêşiya demokratîkbûyîna civaka Tirkiyeyê digire û got ku ew dê weşana xwe ya di çarçoveya "Modernîteya Dmeokratîk" de bidomînin. Yûrttapan di dawiyê de ev tişt gotin: "Em an jî nivîskar dikarin bên darizandin, lê kovar nayê darizandin. Ji lew re kovar fikrek e. Hûn wê tecrîd bikin jî, dê encam neguhere."