Stranbêj Derya Cengîz ji ber gotina stranekê lêborîn xwest

img
AMED - Stranbêj Derya Cengîz ji ber piştgirî daye stana bi navê “Hêviya Çi” ya nirx, bawerî û felsefeya jiyana wê venabêje, lêborîn xwest. 
 
Stranbêj Derya Cengîz di dema pandemiyê de bi daxwaza hevalên xwe, piştgirî da strana bi navê “Hêviya Çi.” Cengîz destnîşan kir ku ew ji gotinên stranê baş serwext nebûye û da zanîn ku ji ber gotinên stranê yên ne li gor nirx, bawerî û felsefeya jiyana wê ji guhdarvan û gelê xwe lêborîn xwest. Cengîz bilêv kir ku wê di 4 saliya xwe de koçî bajarên Tirkiyeyê kiriye û ji zimanê xwe yê zikmakî dûr ma ye. Cengîz, da zanîn ku ew piştî salan vegeriyaye ser axa xwe û xebatên xwe bi zimanê xwe yê zikmakî daye meşandin. Cengîz, anî ziman ku wê bi daxwaza hevalên xwe bi dengê xwe piştgirî daye strana bi navê “Hêviya Çi” lê belê pişte pê hesiyaye ku di stranê de kêmanî hene. Cengîz got ku ew bi gotinên strana xwe ve ketiye nakokiyê û ji ber vê yekê jî bi parvekirina nivîsekê lêborîn xwest. 
 
Cengîz, di metna xwe ya lêborînê de ev tişt anî ziman: "Piştî ku bi salan li bajarên Tirkiyeyê mam, di 24 saliya xwe de vegeriyam ser axa ku lê ji dayik bûme. Li wir bicih bûm û hêj jî li vir jiyana xwe didomînim. Mixabin ji ber polîtîkayên bişaftinê ji zaravayên zimanê xwe yên kirmanckî û kurmancî dûr mam. Piştre helwdanên min ên ji bo hînbûna ziman çêbûn lê belê wek wêjeyî mixabin serwextbûneke min çênebû. Tevî van min dest ji mûzîka kurdî û çêkirina mûzîka zikmakî berneda, geh wek solo geh wek kolektîf di nava çêkirina gelek muzîkan de min cih girt. Dixwazim rewşa strana ku min jî bi dengê xwe piştgirî daye hin tiştan parve bikim. Strana bi navê “Hêviya Çi” strana hevaleke min ê berê ye û min jî ji bo piştevaniyê piştgirî da stranê. Ez serwextê gotinên strana dema pandemiyê de hatiye çêkirin û parvekirin nebûme û piştî stran hate parvekirin min gotinên stranê bi dest xistine. Ez pê hesiyam ku gotinên stranê ne li gor cihê ku ez lê disekinim, felsefeya jiyana min, nirxên û baweriyên min e û vana vala derdixe.”
 
‘HEWLDANÊN MIN BÊENCAM MAN’
 
Cengîz diyar kir ku piştî ku stran hate parvekirin, hewldanên wê yên ji bo rakirina staranê yên bi xwediyê stranê û şîrketa mûzîkê çêbûne lê bêencam mane û wiha bi dawî kir: "Axaftinên min kirine bêencam man û ji ber acizbûna xwe, min pêwîstî bi vê daxuyaniyê dît. Di pêvajoya heyî de rojevên gelek girîng hene û ji ber ku neçar mam vê rewşê parve bikim, xemgînim. Ez ê ji vir û şûnde baldartir tevbigerim."