Encamên Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kûrt hatin eşkerekirin

img
ÊLIH - Encamên 12’emîn Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kûrt hatin eşkerekirin. Rojnameya Xwebûnê ji ber tevkariya xwe ya ji bo zimanê kurdî xelata “Kedê” wergirt. 
 
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) a Êlihê, encamên 12’emîn Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kûrt ê dema li Zanîngeha Mûglayê xwendekar bû di 12’ê Gulana 2010’an de bi guleya polîsan hatibû qetilkirin aşkere kirin. Li pêşbirka ku bi armanca bal kişandina binpêkirinên mafan û qezençkirina berhemên wêjeyê tê lidarxistin, bi zimanên kurdî û tirkî 50 serlêdan hatin kirin. Lijneya hilbijartinê bi nirxandina serlêdanan kesên ku xelat wergirtine diyar kirin. “Xelata Kedê” ya pêşbirkê ji ber xebatên xwe yên li ser zimanê kurdî dane rojnameya Xwebûn.
 
‘XELATA KEDÊ’ DAN XWEBÛNÊ 
 
Sekreterê Çand û Hunerê yê Şaxa Egîtîm Sen’a Êlihê Baver Erîşen, bi lêv kir ku di encama nirxandinên ji aliyê Rengîn Kardelen, Bûrhan Tek, Mûrat Dildar, Ferhadê Mihemed, Şêxo Fîlîk û Omer Kûrt (Bavê Şerzan Kûrt e. Deng bikarneanî) ên di lijneyê de cih girtin de hatin kirin çîroka “Qahwexane” ya Kenan Ormek û çîroka Mem Artemêt a bi navê “Wesîqeyên Salih” hêjayî xelatê hatin dîtin. Erîşan, anî ziman ku di beşa çîrokê ya tirkî de jî lijneya ji Bîrgul Sevînçlî, Bûket Arbatli, Sûzan Bîlgen Ozgun, Merve Yakût, Şengul Canve û Nejla Kûrt (Dayika Şerzan Kûrt. Deng bikarneanî) pêk dihat jî çîroka “Karadenîz” û çîroka Eyup Epekîncî ya bi navê “Cango” hêjayî xelatê hatin dîtin.
 
DOZA KÛRT 
 
Serokê Şaxa Egîtîm Sen’a Êlihê Nûrettîn Şîmşek jî qetilkirina Şerzan Kûrt bi bîr xist û wiha got: “Ji bo bîranîna kurê serokê sendîkaya me yê berê Omer Kurt, Şerzan Kûrt bidin jiyîn û tevkariya pêşvebirina ziman her sal weke Şaxa Egîtîm Sen’a Êlihê pêşbirka çîrokê li dar dixin. Di heman demê de armanc dikin ku bikevin pêş neheqî û bêhiqûqiya di doza Kurt de derketiye holê.”
 
POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ 
 
Şîmşek, bi bîr xist ku piştî doz ji Mûglayê wergirtin Eskîşehîrê parêzer û malbat ên dozê dişopînin her tim bi êrişên faşîst re rûbirû dimînin û wiha berdewam kir: “7 sal û 6 meh cezayê hefsê yê li polîsê kûjer hatiye birîn nayê qebûlkirin. Ewilî cezayê mûebeta girankirî ji polîs re heta xwestin pişt re ji sûcê birîndarkirinê ceza li polîsî hate birîn. Ev yek bêhiqûqiye. Biryara Dadgeha Bilind jî ji polîtîkaya bêcezatiyê zêdetir tiştekî din nîne.”
 
ÇAPEMENIYA AZAD 
 
Şîmşek, anî ziman ku “Xelata Kedê” ya îsal ji Rojnameya Xwebûn a weşana kurdî dike re hate dayîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Sedemê vê yê ewil tevî zext û astengkirinan jî hêj li vî welatî têkoşîna xwe ya weşana kurdî didomîne. Ya duyemîn jî zext û girtinên li ser çapemeniya azad. Ji bo balê bikişînin li ser van zextan me “Xelata Kedê” ya îsal hêjayî Rojnameya Xwebûnê dît.”