ŞanoWanê dest bi atolyeya şanoyê kir

img
WAN - Şanoger Bêrîvan Budakbeyoglû têkildarî atolyeya şanoyê dê ŞanoWan li dar bixe agahî da û gazî ciwanan kir ku biçin qeyda xwe çêbikin. 
 
ŞanoWan a ku ji sala 2017’an û vir ve li Wanê xebatên xwe dimeşîne dê di sala 2023’yan de bi atolyeya şanoyê dest pê bike. Serlêdanên atolyeyê ku dê perwerdehiya lîstikvanî, drama û jixwebewerî bê dayîn. Atolyeyê di 15'ê mijdarê de dest pê kir. Serlêdanên ku dê heta 15’ê knûnê bidomin, dê serîlêdanên ciwanên ji 18 salî mezintir bên qebûlkirin. Perwerdeya atolyeya ku dê ji terefê lîstikvanên ŞanoWan ve bê dayîn dê hefteyê 2 caran 3 mehan berdewam bike. Lîstikvana ŞanoWan Bêrîvan Budakbeyoglû banga tevlîbûna atolyeya şanoyê kir ku ew ê bi kelecanek nû dest pê bikin.
 
PERWERDEHIYA ŞANOYÊ 
 
Budakbeyoglû anî ziman ku wan di 15'ê mijdarê de dest bi serlêdanan kirine û beriya niha du caran atolyeya şanoyê vekirine. Budakbeyoglû diyar kir ku ew wek ŞanoWan ne tenê şanoyê dilîzin, di heman demê de bi atolyeyên curbecur perwerdehiya şanoyê jî didin û wiha got: "Yek ji armanca me ya sereke ew e ku hem şanoya xwe çêbikin hem jî bi perwerdeyên ku em ê bidin şanoyê mezin bikin. Ji bo vê jî em dixwazin. Ji bo perwerdeyê bidin ciwanan. Me du caran atolyeyên şanoyê li dar xist. Ev atolye hem ji bo me hem jî ji bo kesên hatin atolyeyê bûn bi kelecan bû.” 
 
BANGA SERLÊDANÊ 
 
Budakbeyoglû diyar kir ku bi atolyeyên ku ew ê li dar bixin armanc dikin ku xebatên xwe berfireh bikin û wiha got: "Di vê atolyeyê de dê perwerdehiya lîstikvaniyê, daram, jixwebewerî bê dayîn. Helbet atolyeyên me dê bi kurdî bin û em kêfxweş in. Tevlîbûna ciwanan a komxebata atolyeyên berê kelecanek mezin da me. Ji ber ku piştre bi dilxwazî beşdarî lîstikên me bûn û alîkariya me kirin. Em banga li ciwanan dikin ku ji bo atolyeyê bila bên qeyda xwe bikin.”