Skêçên Hinek Henek mohra xwe li mîzaha kurdî dan: Hunera kurdî xwe digihîne her derê

img
AMED - Du salên dawî de skêçên bernameya Hinek Henek mohra xwe li mîzaha kurdî dan. Skêçên Hinek Henek gelek ji wan li ser mijarên aktuel in. Nivîskarên dildar ên skêçên Hinek Henekê anîn ziman ku qedexeyên çalakiyên hunerî wê negihîjin armanca xwe û gotin: "Hunera kurdî xwe digihîne her derê."
 
Bernameya Hinek Henek ji 13'ê cotmeha 2020'an ve dest bi weşanê kirin û di sala duyemîn de berdewam kir. Heya niha 43 beş bername hatin amadekirin. Koma Hinek Henek di 25’ê hezîranê de xeleka dawî ya bernameyê amade kir û dê heta meha îlonê navber bidin lîstikên xwe. Her bernameyek ji 5 skêçan pêk tê. Di van 43 beşan de gelek mijar tevî koma Hinek Henekê heya niha 60 nivîskarên dildar, bi ser hezar tekst-pêkenok ji bernameyê re hatine şandin. Bi vê hevkariyê, Hinek Henek hem xwe gihand her kesekê û kesan teşwîqî nivîsandinê kir hem jî gelek mijarên nava jiyanê bi rêya şanoyê lîstin û dan kenandin.
 
JI DIKEKÊ XWE GIHAND HEMÛ PARZEMÎNAN 
 
Hinek Henek li ser ekrana STÊRK TV û platformên dijîtal ji Ewropayê bigire heya Amerîkayê û Avusturalyayê xwe gihand tevahî şanohez û zimanhezên kurdî. Hinek Henek li ser YouTube xwedî 65 hezar 500 aboneyan e û heya niha bi tevahiya beşên hinek bi giştî 7 milyon 500 hezar caran hatiye temaşekirin. Bi daneyên temaşekirina li ser platformên medya dîjîtal Hinek Henek ji dikek şanoyê xwe gihand 7 parzemînan û bi milyonan kesan. 
 
Me xwe gihand çend nivîskarên Hinek Henek ên dildar û me serpêhatiya nivîskariya wan, mijarên ku ew nivîsandine û qedexekirina konser û şanoyên kurdî yên demen dawî wan pirsî. 
 
Nivîskarên dildar anîn ziman tu qedexe dê negihîjin encamê û gotin: "Qedexe dê negihîjin armanca xwe, hunera kurdî xwe digehîne her derê."
 
HER CAR TALOQ DIKIR 
 
Nivîskar Elîxan Loran bi meyla wêjeyê zarokatiya xwe derbas dike û her çavkaniya ku dikeve destê wî bi baldarî dixwîne. Dî ciwantiya xwe û di demên zanîngehê de meyla xwe ya li ser wêjeyê cerabeyên helbest, çîrokên kurdî li pêş dixe û 2 pirtûkên helbestan dinivîse û 3 pirtûkan jî werger kiriye. Loran heya niha redaktorî, edîtorî, senaryo nivîsên rêzefilman de cih girt û karê kovargeriyê kiriye. Loran derheqê nivîsandina tekstên Hinek Henek de diyar kir ku wî gelek car caran hewl da û her carê ev xebatê taloq kir. Ev teloqkirin heya beşa 34'an a Hinek Henekê domiya û Loran ji vê beşê şûnda dest bi nivîsandina testan kir. 15 tekstên ku Loran şandiye Hinek Henek 9 ji wan hatine lîstin.
 
'MIN HENEKÊN XWE BI SERDESTAN KIR'
 
Loran destnîşan kir ku mebesta test şandina wî ne bi henekan kenandina mirovan e, bêhtir li gor perspektîfekî mijarên xwe girtiye dest û di nava henekên xwe de bi jinekê, bi kesekî hêja û kesekî ku desthilat wî biçûk dîtiye nekiriye mijara pêkeniyê. Loran diyar kir ku hewldana wî ya herî mezin bi çavê desthilatê li civakê nenêrîn e û derbarê mijarên ku girtiye dest de ev tişt gotin: "Mînak serdest kena xwe bi civaka xwe dikin û tiştên ku nayên gotin ji wan re dibêjin. Min dijî vê yekê ji jêr li wan nêrî û henekên xwe li wan (serdest) dikir. Yek zemîna helwesta bingeha henekên min ew bûn ya din jî min xwest nivîsên min li ser mijarên çandê bin. Mînak min qala dengbêjekî kir. Minak min dê û bavan girt dest ku dê navekî çawa li zarokên xwe bikin. Bi wê lêgerîna di nav lêkirinê de min xwest ez xwe bigihînim mijarekî kulturî û polîtîk. Meseleya Silêmanê Pêxas ji bo min hinek cihê ye. Motîvasyona min ya ji bo nivîsandina Silêmanê Pêxas ew bû ku ji bo her tiştekî gotinekî, bersivekî wî hebe, bertekekî wî hebe, henekekî wî hebe, reaksiyonekî wî hebe. Ji ber ku tîpolojiyekî yekem bû bandora wî zêde bû."
 
'BI KERÊ NIKARE DIBEZE KURTAN'
 
Loran diyar kir ku desthilat her tim çalakiyên hunerî yên wêje, mûzîk, şano qedexe dike, her roj gelek endamên partiyên siyasî, endamên saziyên çandê û kedkarên çapameniyê binçav dikin lê dîsa dibîne ku kurd ji biryara xwe nayên xwarê û wiha axivî: "Gotinekî pêşiya heye ‘nikare bi kerê, dibeze kurtan’. Ew jî çi dikin ji ber ku êdî nikarin pêşî li vî tiştî bigirin, bela xwe êdî li hûnerê didin, şanoyê didin li muzîkê didin. Yanî ne tesadûf e ku li Amedê milyonek, milyon û nîv insan kom bin. Li gel ku ewqas êriş pêk hatin li gel ewqas astengî çêbû. Otobûs tunebû, erebe tunebû, dolmîş tune bû, nava hefteyê bû, pandemî bû tevî gelek tiştên dezavantaj hebûn jî ne tenê li Amedê hema bêje li hemû bajaran mirov dîtin qadên Newrozê tije bûn. Li Wan û Colemêrgê berf û zîpik dibarî milet şilopilo dibû lê dîsa jî gel dest ji coşa Newrozê berneda. Desthilatdarî vê peyamê baş dixwîne. Newrozê qedexe bike jî ew ê her der bibe Newroz. Yani hesabekî wan a wisa hebû. Lê ji neçarî be jî mecbûr dimînin ku Newrozê serbest bikin. Dema ku Newrozê qedexe dikin dê li her kolanekî pîrozbahiya Newroz bê lidarxistn. Ji ber wê dibêjin bila sed heb Newrozên nekontrolkirî nebin bila yek Newrozekî kontrolkirî bikin.
 
'HÛNERA KURDÎ XWE DIGIHÎNE HER DERÊ'
 
Îja li gor fikra min yên ku dixwazin konseran û şanoyê qedexe bikin, dixwazin heyfa xwe ji pîrozbahiyên mîna Newrozê hilînin. Bi sedemên pûç, bi sedemên teknîkî ne, nizanim destûr nehatiye stendin nizanim bi sedemên beradayî. Ji ber wê lîstikek li ku derê bê lîstin haya maliyeyê jê heye, ew baca xwe jê distînin. Haya DEDAŞ’ê, haya şaredariyê jê heye hemû sazî dizanin bi vê yekê. Di demên dawî de gelek konser û şanoyên kurdî hatin qedexekirin. Lê dîsa jî lîstikên Şanoya Bajêr a Amedê, Şanoya Yenîsehneya Êlihê, Şanoya Mencelê, Şanoya Teatra Jiyana Nû paş ve gav neavêtin û şanoya kurdî bi giştî hunera xwe digehîne her deverê. Li kîjan bajarî dibe bila bibe. Îro lîstikek li Stenbolê bê qedexekirin dê ew lîstik li Îzmîrê bê lîstin. Li Îzmîrê bê qedexekirin dê li Enqerê were lîstin, yanî bi qedexeyan nikarin pêşi li hunera kurdî bigirin."
 
'MÎSYONA HUNERÊ PÊŞENGTÎ YE'
 
Ûmût Yilmazer li Farqînê ji dayîk bûye û di temenekî biçûk de bi tevî malbata xwe ve koçî Stenbolê kiriye. Yilmazer heya pola yekemîn li wir dimîne û piştre xwendina xwe tevî Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê dixwîne. Yilmazer beşa Zaoteknîk mezûn dibe û ji bo nivîskariyê bi awayek profesyonel hîn bibe dikeve atolyeyên nivîskar Luset Kohen Fins'ê. Piştî pêvajoya pandemiyê Yimazer jî li Amedê û bi Şanoya Bajêr a Amedê re xebitî. Yilmazer diyar kir ku wî nêzî 40 tekstên skêçan şandiye û ji van 25 tekst ji bo lîstinê hatine hilbijartin. Yilmazer derbarê tekstên nivîsandiye de wiha got: “Misyonekî hunerê heye ku pêşengtiyê ji gel re bike lê hêzekî hunerê ya bi vî awayî heye ev mijara nîqaşê ye. Em wek hişyarbûnekî didin avakirin û rewşê radixin li ber çavan. Êdî dahatuya wê jî temaşevan re maye. Mînak mijarekî şoreşê yan jî mijarekî divê bê guherandin tê nîşandan lê belê dema ku kes an jî civak negûhere em nikarin tiştekî din bikin. Em tenê hişyariya vê yekê dikin encamê hinekî kes diyar dike. Di tekstên ku ez dinivîsim de ez tevî rexnekirina desthilatê, ez rewşa mirovan ên bêrûtî, ji hev acizbûn û ferasetên wan ên şaş jî tînim ziman. Lê temaşevan ji vê yekê çi fam dike ew girîng e. Ger ku lîstikvanek mijarekî baş girtibe dest û temaşevan piştî ku temaşe kiribe û çûbe mala xwe, tiştek neguherîbe ew jî pirsgirêkek e, an me nekariye baş bidin famkirin. A rastî anjî tiştên ku hev temam bikin hene. Ez rasterast ji pêvajoya halê hazir temaşevanan sûcdar nakim.”
 
'ŞANO QADEKÎ BÊHNSTENDINÊ YE'
 
Yilmazer bi bîr xist ku li bajêr şerekî dijwar çêbû û tevî vê yekê li Amedê û cihanê pêvajoya pandemiyê qewimî. Yilmazer da zanîn ku li gor zanistan li cîhanê piştî Şerê Cîhanê yê 2’yemîn arîşeya herî giran hatiye dîtîn û mirov ji vê yekê teng bûne. Yilmazer bi lêv kir kû şano ji mirovên di van pêvajoyan derbas dibin re wek qadekî bêhnstendinê ye. Li gel vê yekê li gor Yilmazer anî ziman ku ew geşedanên rû didin bi awayekî hunerî tînin ziman û got: “Ez civaka halê hazir ya Tirkiyeyê dişîbînim Rusyaya Cheov. Ew tê çi wateyê? Ev tê wateya ku gelê ku ji her tiştî re tenê bertek nîşan dide lê nikare bandor bike, tiştekî biguherîne. Ez hinekî halê me wek 'civakekî pasîf' dibînim. Em tenê bertek nîşanî tiştên ku diqewimin, biryarên bêwate yên tên dayîn, pêkanînên zextan didin. Bi min divê wisa nebe. Ez vê yekê bi awayeke metaforîk dixwazim vebêjim, carna rasterast dibêjim. Êdî temaşevan ji vê yekê çi bîbîne, çawa bixwîne ew dizane.”
 
SEKNA HUNERMEND, HÊZÊ DIDE GEL
 
Yilmazer bi lêv kir ku di serdema herî tarî ya serdema navîn a Ewrûpayê de jî şano hebû û heman rewş ji bo Tirkiyeyê jî derbasdar e. Yilmazer derbarê mîsyona şanoyê ya di salên ku herî zehmetî kişandin wiha axivî: “Di şanoya Tirkiyeyê de jî şanoyên Ferhan Şensoy, Devekûşû, Kabare tim rexnegir kar dikirin û ji civakê jî reaksiyonek gelek baş digirt. Rasterast ji hunermendekê rexneyek an jî bertekekê dîtin hêz dide temaşevan jî. Gel bi vî awayî dibîne ku tiştek dikare bê kirin, dikare bê gûhertin wê bêhtir dibînin. Lê mixabin rêveberiya li welat vê yekê bi awayekî sosret red dike. Bi hincetên bêwate, kêfî û tu sedemekî ku em bi dest bigrin nîne ji bo vê yekê. Lîstik tên qedexekirin, konser tên qedexekirin. Ji bo van jî hincetên li gor xwe bêexlaqî dîtin, terorîzekirin, li gor hincetên ku kesên ku piştgiriya wan bike xweş bike qedexeyên bi kêfî dike. Ev xeletiyek mezin e.”  
 
'QEDEXE BÊHTIR ME TÎNIN CEM HEV'
 
Yilmazer derbarê qedexeyên ku dixwazin pêşî li ziman û hunera kurd de bigirin de jî destnîşan kir ku ew hewl didin bi şanoyê, muzîkê, wêne yanî bi çand û hunerê li ser pêya bigirin û wiha got: “Ev qedexe, cezakirin me bêhtir tîne cem hev. Mînak dema ku qeyûm lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê ji kar derxist, lîstikvanan şanoyek ava kirin. Di bin banekê de, li ser dikekî de hatin cem hev û gel wan bêhtir hembêz kir, xwedî derket û reaksiyonek baştir ji wan girtin. Rewşekî tam serobino.”
 
JI PÊŞNIYARAN BER BI NIVÎSKARIYÊ VE
 
Yek ji nivîskarên tekstên skêça Hinek Henek jî Rûşen Çaglayan e. Çaglayan destnîşan kir ku ew ji navçeya Gimgimê ya Mûşê ye û li gel malbata xwe sirgûnî gelek bajaran hatine kirin û dawiyê jî dîsa vegeriyane bajarê xwe Gimgimê. Çağlayan da zanîn ku ew vê carê bi darê zorê ji gund hatine derxistin û ev demekî dirêj e li Stenbolê dijî. Çaglayan derbarê destpêka nivîsandina xwe ya skêçên şanoyê de wiha axivî: “Gelek sedemên nivîsandina min hene lê yekem sedem xwîşka min Rûgeş Kiricî bû. Wek israr min xwest ez binivîsim. Car caran derbarê hinek skêçan de min pêşniyarên xwe jê re parve dikirin. Dema ku bernameya wan ket rojevê, wê bêhtir ji min xwest ku ez binivîsim. Min wek amatorî dest bi nivîsandinê kir û heya niha min dora 15 skêçan nivîsandin û herî kêm 10 skêç hatin lîstin. Dema ku di destpêkê de min dît ku skeç hatin lîstin, ez gelek bextewar bûm.” 
 
ASTENGÎ BÊTIR BERÊ MIN DIDIN AFIRANDINÊ 
 
Çaglayan da zanîn ku têkoşîna jinan, pirsgirêkên çînî, jiyanî bingeha jiyana wê ne û hemû jî di nava skêçên wê de cih digirin. Çaglayan bi bîr xist ku ew ji pêkeniyê pir hez dike û di tevahiya çîrokên wê de "Mîzaha reş" heye. Çaglayan bandora jiyana xwe ya li ser nivîsandinê wiha vegot: "Bi salan em rolên ku li me hatine ferzkirin dilîzin û hewl didin ku bibin dayîk an ji hevjineke baş. Lê kêliya ku em ji xwe pirsên ku ‘Ez çi me, kî me?’ dipirsin em bi biyanîbûna xwe dihesin û dikevin nava hewldana xwe ji nû ve avakirinê. Pêvajoya nivîsandinê gelek tişt li min zêde kirin. Li gorî min hûn têkoşîna çi bidin ew têkoşîn bi qasî tiştên ji we distîne jî bi perspektîfekî nêrînî û gelek tiştan jî dide we. Di tevgerekî ku nasnameya jinan pir xurt de astengiyê ku min biçewisînin bêhtir; faktorên ku min teşwîq bikin zedetir bûn. 
 
XWEBÛNÎ AZADÎ YE 
 
Wek jinek gavên ‘hebûnî û xwebûnî’ avêtin azadiyekî bêhempa ye. Hûn ne wekî ku jiyanekî nav baxçê gulan de dibînin, hûn wekî ku ji demekî pir cûda an jî serdemekî din li her tiştî dinerin. Kurdbûn û jinbûn nêrînekî pir cuda da li min zêde kir. Çîroka min çîrokekî biçûk û bi awayekî amatorî dest pê kir lê gelek nirx lê hatine zêdekirin. Ji ber wê divê jin, li dijî feraseta mêr a di jiyanê de divê di qada hûnerê de jî bêhtir biafirînin. Huner zimanekî ji hemû zimanan cûdatir e, lê di heman demê de xwedî zimanekî ku her mirov dikare jê fam bike ye. Li gorî min li dijî feraseta mêr a hezaran salan, bîrdoziya jinê û huner bi hêztir e û li ser piya ye. Û Heke ku dîrok ji nû ve bê nivîsandin divê pênûs di destê jinan de be.” 
 
MA / Racî Abî