Di hucreya yek kesî de nivîsand: Manîfestoya banga berxwedanê

img

ENQERE - Pirtûka helbestan a Bager Sayak ê di hucreya yek kesî ya li Girtîgeha Sîncanê de têkoşîna xwe didomîne ya bi navê “Manîfestoya banga berxwedanê” derket. 

Pirtûka ewil a Bager Sayak ê temenê wî mezin kirin û xistin girtîgehê û ji sala 2010’an ve di girtîgehê de tê ragirtin derket. Pirtûka wî ya bi navê “Manîfestoya banga berxwedanê (tevî…, tu bêdeng bimînî!) (Direnişe çağrı manifestosu (…rağmen, sessiz kalıyorsan!)” ji Weşanên Aryenê derket û di rafan de cihê xwe girt. 
 
ÇÎROKÊN BERXWEDANÊ
 
Pirtûka ku weke “Çîrok” , “Dayik” , “Zêmar” û “Xweza mirov û dans” ji çar beşan pêk tê, di bin her serenavî de bi çîrokên berxwedan, hest û metelokên cuda bi 23 helbestan derdikeve pêşberî me. 
 
DAYIKÊN LI BER XWE DIDIN
 
Helbestên di bin navê serenavê “Dayik” de tên pêşkeşkirin navên xwe ji “Dayikên Aştiyê” , “Dayikên Şemiyê” ku hêj berxwedana xwe didomînin digire. Di bin serenavê “Zemar” de jî helbestên ku ji bo kesên ji malbata Sayak ên di nav PKK’ê de jiyana xwe ji dest dane hatine nivîsîn. 
 
JI PIRSA ‘DIVÊ ÇI BÊ KIRIN’ BERSIV TÊ DAYÎN
 
Helbesta ku navê xwe daye pirtûkê jî di rûpelên dawî de cih digire. Piştî helbestên berxwedan, serhildan, xemgînî, keserê di nava xwe de dihewînin ku heta wê helbestê hûn dixwînin, ji pirsa “Divê çi bê kirin re” bersiva “bêdeng nemîne” tê dayîn. Helbesta ku navê xwe dide pirtûkê jî dibe helbesta “Manîfestoya banga berxwedanê (tevî…, tu bêdeng bimînî!).
 
Kesên bixwazin dikarin pirtûkê ji Weşanên Aryenê û malênpirtûkan peyda bikin.
 
BAGER SAYAK KÎ YE?
 
Bager Sayak di sala 1992’yan de li Zozanên Şerefdînê yên navçeya Kanîreşê ji dayik dibe. Sayak di sala 2010’an de tê girtin. Temenê wî tê mezinkirin û cezayê hefsê yê muebbeta girankirî lê tê birîn.
 
Sayak ê bêyî daxwaza xwe sewqî gelek girtîgehan hate kirin û dest danîn pirtûkên ku nivîsandine, herî dawî di Cotmeha 2021’An de ji Girtîgeha Kirikkaleyê sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Tîpa F ya Sîncanê hate kirin. Sayak, di hucreya yek kesî ku lê tê ragirtin û têkoşîna xwe didomîne de xebatên xwe yên edebî didomîne.
 
MA / Zemo Aggoz