LaWje dê li Amed û Wanê konseran li dar bixe

img
AMED - Koma LaWje di Wanê û Amedê derdikeve pêşberî muzîkhezan. LaWje di 26’ê hezîranê de li Wanê û di 27’ê hezîranê de jî li Amedê konseran li dar dixe. 
 
Koma LaWje ya ku muzîka Colemêrgê bi formeka nû digihîne guhdaran, piştî demeka dirêj bi formên muzîka kurdî yên wekî kilam, heyranok, şeşbendî û narînkê bi organizasyona Amîdartê bi stranên ji albûma xwe ya Selîqe, bi stranên ku ji herêmê berhev kiriye û stranên ku di civaka kurdî da bûne wekî klasîk dê li Amedê konserekê li dar bixe. 
 
Konsera LaWje dê li Sehneya Servekirî ya ZAROK Mayê roja duşemê êvarê di 27’ê hezîranê de bê lidarxistin. 
 
LaWje beriya Amedê jî di 26’ê hezîranê de li Akademiya Çand û Hunerê ya Uvercinka dê konserek li dar bixe. 
 
Koma LaWje ku beriya niha bi projeya xwe ya bi navê “LaWjeyên Evîniyê” derkete pêşberî guhdaran û xelkê rastî eleqeyek mezin hat. Dê LaWje li Amedê û Wanê bi stranên xwe yên albuma xwe ya Selîqe û bi stranên ku ev demek e berhev dikin û wekî klasîk tene nasîn derkeve pêşberî muzîkhezan.