Hinek Henek bi 5 skecên ji hev xweştir derket pêşberî temaşevanan

img
 
AMED - Koma Hinek Henek bi 5 skecên nû û bi lîstikvanên nû careke din derket pêşberî temaşevanan.
 
Koma Hinek Henek ku cara ewil di 13'ê Cotmeha 2019'an de bi skecên cur bi cur di Stêrk TV'yê de derket pêşberî temaşevanan, bi eleqeyeke mezin tê temaşekirin. Hinek Henek vê hefteyê jî bi 5 skecên nû û bi lîstikvanên nû derket pêşberî temaşevanan.
 
BAYTAR
 
Skeca bi navê "Baytar" ji aliyê helbestvan Elîxan Loran ve hatiye çêkirin. Baytar, di dema dîjîtal de bi awayekî onlayn perwerde dîtiye. Ji ber vê di pratîkê de nikare baytariyê bike. Skeca Baytar, di asasê xwe de quretiya nezaniyê dide ber rexneyan û çareseriyên li gor xwe nîqaş dike. 
 
XALÊ ŞÊRO Û FEZA
 
Lîstika "Xalê Şêro û Feza" jî ji aliyê M. Alî Çelebî ve hatiye nivîsandin. Xalê Şêro ku bi derewên xwe navdar e, di vê skecê de kevirên ku ji fezayê ji aliyê fezayiyan ve tên avêtin zevt dike û ji bo kevir bi ser 'Qulpiyan' (Pasûr) de nebarin berê xwe dide fezayê. Xalê Şêro di şexsê 'Qulpiyan' de li ser rewşa Kurdistana hatiye parçekirin û xesara ku dijberên wê lê dikin disekine. 
 
SPÎNOZA Û RÊNÇBER EZÎZ
 
Lîstika "Spînoza û Rênçber Ezîz" ji aliyê Ûmût Yilmazer ve hatiye nivîsandin û bi zaravayê kirmanckî ye. Koma Hinek Henek cara ewil e skeceke kirmanckî dilîze. Lîstik li ser têkiliya di navbera fîlozof û kirmancan de disekine. Di lîstikê de tê îdiakirin ku kirmanc û yewnan xizmên hev in. 
 
DORA TEXSIYÊ
 
"Dora Texsiyê" jî ji aliyê Elîxan Loran ve hatiye nivîsandin. Di lîstikê de bûkek, meleyek û birîndarek ji bo dora texsiyê ji hev bistînin dikevin ber hev. Lîstik nakokiyên di civakê de rexne dike. 
 
HÎV
 
Lîstika bi navê "Hîv" jî ji aliyê Ûmût Yilmazer û Koma Hinek Henek ve hatiye amadekirin. Di lîstikê de li ser çûna hîvê tê sekinandin. Dawiya dawî rêwîtiya ber bi hîvê ve bi fîlman bi dawî dibe û rêwî jî matmayî dimînin. 
 
Temaşevan heta dawiyê li skecan temaşe kirin û têra dilê xwe keniyan.