16 sal in restorasyona li Keleha Kolikê neqediyaye

img

SEMSÛR - Keleha Kolikê ya Kevn ku ji hêla Mîrnişîniya Kommageneyê ve hatiye avakirin, 16 sal in bi hinceta restorasyonê kes nikare serdana wê bike. 

Keleha Kolikê ya Kevn ku ji hêla Mîrnişîniya Kommageneyê (B.Z. 163-P.Z. 72) ve hatiye avakirin, 16 sal in kes nikare biçê. Ev keleha ku tê diyarkirin 2 hezar salî ye, di dema Romayiyan de hatiye zeximkirin. Paşê Memlûkiyan di salên 1260'an de ew restore kirine. Keleh, li nêzî Kolika Kevn e û şopên 3 mîrnişîniyên mezin di xwe de dihewîne. Di hundirê kelehê de mescîd, girtîgeh û zindan, kîtabe, hemam, ava diherike Cobarê Kolikê, serdav hwd. hene. Keleh, heya salên 1920'an wekî wargehekê û ji salên 1920'an heya 1970'yî wekî cihê bazarê hatiye emilandin.
 
Keleh, di sala 2005'an de ji bo restorekirinê bi temamî hat girtin. Lê belê heya sala 2015'an bi navê restorasyonê tu tişt nehat kirin û restorasyona ku di 2015'an de dest pê kirin bi xebata 3 jê arkeolog û 3 jê jî karker, didome. 
 
Girtina kelehê herî zêde bandor li esnafên herêmê dike. Esnafan anîn ziman ku ji ber ku keleh girtiye kes pir nayê van deran û yên tên jî tenê ji dûr ve lê mêze dikin û diçin. 
 
Esnafan, bibîr xistin ku keleh di 2005'an de bi temamî hatiye girtin û gotin: "Heya 2015'an jî tu tişt nehat kirin. Koma restorasyonê du caran guherî, lê hê jî restorasyon neqediyaye. Niha 6 kes lê dxebitin. Par ji me re gotibûn dê îsal kelehe bê vekirin, lê sal sal qediya hê jî nehatiye vekirin."
 
MA / Ferhat Çelîk - Mujdat Can